حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bo parastina zimanê Suryanî peymangeh hate vekirin

89

Ji bo parastina zimanê xwe, peymangeha Qin El-Şîn vekirin. Berpirsa peymangehê Miryam Milkê diyar kir ku armanca vekirina peymangehê ew e ku zimanê Suryanî ji nû ve belav bikin..

Zimanê Suryanî li ser dirêjahiya çerxan hatiye îhmal û windakirin, tenê kal û pîr pê dizanin. Îro û piştî tekezkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê parastina zimanê dayikê, Yekitiya Suryan peymangehên ji bo fêrkirina zimanê Suryanî vedike.

Ji ber ku zimanê dayikê raza berdewamkirina çand û zimanan e, Yekitiya Suryan û bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo fêrkirina zarokan zimanê dayikê (Suryanî) 2 peymangeh bi navên Qin El-Şin û Olf Taf vekirin.

Yekitiya Suryan di Hezîrana 2018’an de li kolana leşkerî ya Hesekê, peymangeha Qin El-Şin vekir. Di peymangehê de zarok fêrî zimanê dayikê (Suryanî) û tev li gelek çalakiyên vehesînê dibin.

Rêjîma Sûriyeyê da ku xwe wek parêzvanê çand û zimanê kêmneteweyan xuya bike, ji bo pêkhateya Suryan dibistanên taybet vekirin. Ev dibistan di xuyangê de Suryan bûn lê di hundir de li ser materyalên rêjîmê zarok dihatin perwerdekirin. Tenê zimanê Suryanî di çarçoveya fêrkirina ol de mabû.

Miryam Milkî diyar kir ku bi rêya stran û lîstokan mufredatên sereke yên zimanê Suryanî fêrî zarokan kirin.

Ji ber tevlêbûna baş a zarokan ji bo fêrkirina zimanê Suryanî, Miryem diyar kir ku wan tevî peymangeha Qin El-Şin, peymangeha Olf Taf li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê vekir. Hejmara zarokan di peymangeha Qin El-Şin de giha 60 û ya Olf Taf 70 ye. Her wiha Miryam destnîşn kir ku di dawiya dewreyê de wan bawername û xelat li zarokan belav kirine.

Di dawiyê de berpirsa peymangeha Qin El-Şin Miryam Milkî wiha got: “Bi armanca belavkirina ziman û çanda Suryan, em amadekariyên perwerdekirina gelek mamosteyan dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêjîma Sûriyeyê di van demên dawîn de û ji ber girtina dibistanên Suryanî yên girêdayî rêjîmê bi biryara Desteya Perwerde û Fêrikirinê û erêkirina Yekitiya Suryan, xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên her du bajarên Qamişlo û Hesekê de derxe.