حركة المجتمع الديمقراطي

Harûn Apoyî: Ji bo rizgarkirina Efrînê em amade ne hêzeke taybet ava bikin

208

Ji Rêveberên YCR‘ê Harûn Apoyî got armanca wan avakirina nifşekî birêxistinkirî ye û destnîşan kir ku ciwanên ji hemû pêkhateyan ji bo parastinê amade ne hêzeke taybet ava bikin û beşdarî pêngava rizgarkirina Efrînê bibin.

Ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) Harûn Apoyî li ser rêzecivînên ku di rojên dawîn de ji ciwanên Efrîn û Şehbayê re li dar xistin û rola ciwanan di pêngava rizgarkirina Efrînê de, ji ajansa me re axivî.

Harûn Apoyî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di Konferansa Rizgarkirina Efrînê de gelek biryar derketin. Li gorî biryarên derketin, banga birêxistinkirina ciwanan hat kirin, her wiha banga seferberiya giştî hate kirin, da ku beşdarî refên YPG û YPJ‘ê bibin û dest bi pêngava rizgarkirina Efrînê bikin. Li ser vî esasî me dest bi lidarxistina civînan kir.”

Apoyî bal kişand ku Sûriye di rewşeke hestiyar re derbas dibe û rizgarkirina Efrînê armanca wan a sereke ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelên me li Bakurê Sûriyeyê, bi taybetî yên Efrînê amadekariyên pêngavê dikin da ku warê xwe yê ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin û talankirin, vegerînin.”

Apoyî erk û berpirsyariya ciwanan di pêngava rizgarkirina Efrînê de destnîşan kir û da zanîn ku rizgarkirina Efrînê mîsyona sereke ye, di serî de ji ciwanan tê xwestin û wiha domand: “Wek rêveberên Yekitiya Ciwanên Rojava me dest bi xebatên ji nû ve birêxistinkirina ciwanan kir, ji ber ku bi birêxistinbûnê serkeftin tekez e. Armanca vê pêngavê tolhildana şehîdên ji bo avakirina welatekî demokratîk fedakarî ye.”

Têkildarî armancên rêzecivînên ciwanan ên li Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin lidarxistin, Apoyî ev tişt anî ziman: “Armanca civînan şîrovekirina geşedanên dawîn û rêgeza şerê gelê şoreşgerî û heqîqeta gelê berxwedêr, her wiha erk û mîsyonên niştimanî ku dikeve ser mile ciwanan e û amadekariyên pêngava rizgarkirina Efrînê ye. Ji niha û bi şûn de wek ciwan em amade ji kijan pêkhateyê be hêzeke xweparastinê ava bikin da ku dest bi pêngava rizgarkirina Efrînê bikin.”

Rêveberê Yekitiya Ciwanên Rojava Harûn Apoyî di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Ji kampên Berxwedana Serdemê em dîrokê binivîsin û dest bi pêngava tolhildana şehîdan bikin, bi bîranên wan em ê nexşerêya welatan rêz bikin, Efrîn jî di demeke nêzîk de azad bibe.”