حركة المجتمع الديمقراطي

Aldar Xelîl: Pêwîstiya pêvajoyê bi rêveberiyeke hevbeş heye

108

Hevserokê berê yê Desteya Rêveber ê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku pêwîstiya merheleya heyî bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji bo Bakurê Sûriyeyê heye û anî ziman ku yek ji armancên sereke yên Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê komîte û desteyên girêdayî TEV-DEM‘ê veguhezînin Rêveberiya Xweser. Xelîl destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê cihekî girîng di kongreyê de girt.

Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratk (TEV- DEM) Aldar Xelîl têkildarî xebatên TEV-DEM’ê, armancên kongeya sêyemîn û pêşeroja herêmê bersiv da pirsên ajansa me ANHA‘yê.

-Fikra damezirandina Tevegera Civaka Demokratîk çawa derket, armanca tevgerê û pirsgirêkên li pêşiya xebatên we derketin çi ne?

Kurdên li Rojava xwedî mîraseyeke têkoşîneke demdirêj e. Gelê kurd ê Rojava ji bo pêkanîna çanda demokrasî, biratiya gelan têkoşîneke bi salan da meşandin, da ku tevger û civaka li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2005‘an de banga avakirina sîstemeke konfederalî ji bo rêveberina civakê kir. Banga Ocalan peyameke dîrokî ji bo gelê Kurd bû. Li ser vê esasî bi rengekî veşartî me dest bi karê xistinkirî kir, him di nava Partiya Yekitiya Demokratîk de, him jî li gel Kongreya Star û rêxistina ciwanan.

Me biryar da ku birêxistinbûyîna xwe berfireh bikin da ku karibin hemû beşên civakî hîn baştir bi rêxistin bikin, li ser vê yekê pêwîstî bi perwerdeyê hebû.

Belê ji ber zextên rêjîmê gelek pirsgirêk li pêşberî me derketin, lewre jî karê me di çarçoveyeke diyar de pêk dihat.

Di sala 2007‘an de damezirandina tevgera KCK Rojava fermî hate ragihandin, da ku bibe sîwana civaka Rojava. Dîsa jî zextên rêjîmê yên li hemberî endamên tevgerê nesekinî, hin ji endam girtin û di girtîgehan de êşkence dikirin. ji ber vê yekê meclis nehatin avakirin. Di wê demê de me gelek şehîd dan. Sala 2011‘an piştî ku bihara gelan li Misr, Tûnis, Yemen û heya Sûriyeyê dest pê kir, firsendên kar peyda bû ku em karê xwe berfirehtir bikin.

-Bandora gavên destpêkê yên Şoreşa Sûriyeyê li ser Tevgera Civaka Demokratîk hûn çawa dinirxînin?

Bi destpêka Şoreşa Sûriyeyê û piştî ku rêjîmê lewaz bû, me bi Meclisa Gel a Rojava re dest bi damezirandina Tevgera Civaka Demokratîk kir. Biryara me ew bû ku şoreşa me ya demokratîk û biratya gelan divê serkeve. Armanca şoreşa me avakirina civakeke azad e, gel bi xwe bi rê ve bibe.

Di çarçoveya şoreşa Rojava de, ku xwedî mîraseke ji têkoşînê ye, TEV-DEM û Meclisa Gel a Rojava hêviyên gelê Kurd bi cih anîn. Di bin banê TEV-DEM‘ê de komîte, sazî û deste hatin avakirin da ku gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Komîteyên parastin, perwerde, xizmetguzarî hatin avakirin, bi vî awayî TEV-DEM’ê gavên cidî li gel şertên zehmet û kêmderfetan avêtin.

Di destpêka 2014‘an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêmên Rojava hat ragihandin, komîteyên di bin sîwana tevgerê de dixebitin tev li desteyên Rêveberiya Xweser kar dane meşandin. Wekî tê zanîn rêveberî hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û partiyên ku bi nirxên demokrasiyê bawer in, di nav de hewand. Me bi hemû hêz û derfetan xwe kar kir da ku ev proje ber keve.

-Li gorî we, lidarxistina konreya sêyemîn a TEV-DEM‘ê pêwîstiyek bû, armanca sereke ya kongreyê çi bû?

Diviyabû ev kongre, di destpêka 2018‘an de bihata lidarxistin, lê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dema kongre hate taloqkirin, me dît ku 27‘ê Tebaxê rojek guncaw ji bo lidarxistina kongreyê ye. Li ser vê esasî kongreyê hate lidarxistin.

Armancên kongreyê ew bûn ku sazî û komîteyê Tevgera Civaka Demokratîk veguhêzin Rêveberiya Xweser.

– Tevgera Civaka Demokratîk heya çi astê dikarî armancên xwe yên birêxistinkirina civakê bi cih bîne?

TEV-DEM, ji niha û şûn de dê xebatên xwe yên bi armanca rêxistinkirina hemû pêkhateyên ji Ereb û Ereb, kesayetên siyasî yên kurdî berfireh bike û destekê bide wan da ku di civakê de bibin xwedî rol. Em nikarin bêjin, bi rêxistinkirina beşek civakê an jî hin partiyan me karê xwe temam kir û xilas bû. Hin dibêjin, bi yekrêziya partiyên kurdî hemû pirsgirêk wê çareser bibin, di nêrîna min de yekbûyîna partiyan bi nav têrê nake, heke ev yek pêk were jî, menê tenê beşê siyasetmendaran kiriba yek, lê hin beş di civaka me de hene têkiliyên wan bi partiyan ve tuneye. Ji ber vê yekê divê hemû beşê civakê werin rêxistinkirin.

TEV-DEM, xwedî roleke mezin di rêxistinkirina civakî û rêveberiya şoreşê de list, ji bo yekîtiya hemû gelan li gorî felsefeya neteweya demokratîk kar û xebatê dimeşîne.

Heger ku tevgerê tenê ji bo gelê Kurd xebitî baya wê pêkhateyên din, bi nêrînek din li doza gelê Kurd nêrîba, ev gav jî dê li pêşiya çareserkirina doza kurdî bibûya kelem. Lê xebata me ji bo xizmeta hemû beş û pêkhateyên civaka Bakurê Sûriyeyê. Ma mesele çi ye ku Ereb, Kurd û Suryan bi hev re di saziyekê de kar bikin? Ev rêbaz, ango bi hev re jiyankirin sîstema demokrasiyê pêş dixîne. Em bi hevgirtin û yektiya xwe xurt in.

Li ser vê bingehê Tevgera Civaka Demokrtîk di kongreya xwe ya sêyemîn de hin guhertin di peyman û rêziknameyê de çêkir. Wekî adetekî ye ku kes cesaret nakî nêzî rêzikname û peymanê bibe. Lê ji bo me, baweriya me bi demokrasiyê mezin, em dikarin bê teredud guhertinên pêwîst çêkin. Mînak; destpêkê me digot, heger jin azad nebe civak azad nabe, ji bo rizgarkirinê jinê jî divê rêxistinbûyeke mezin hebe, lewra divê rêxistin û pergal li gorî rûdanan werin guhertin.

– Gelo tu projeyên nû hene ji bo herêmên li Bakurê Sûriyeyê yên nû hatine rizgarkirin?

Me di gelek aliyan de serkeftinên mezin bi dest xistin, li aliyekî rêveberiyên xweser ên her sê kantonan, her wiha ji bo herêmên nû hatine rizgarkirin jî rêveberiyên sivîl hatin damezirandin. Ev meclis û rêveberî dê çawa werin birêveberin. Nabe ku rêveber û meclis li gor eqlê xwe karê herêma xwe bike. Berê rêveberiyên hevbeş a hemû kantonan hebû, biryarên ku dihatin derxistin hemû kanton alaqedar dikir. Lê niha ne wisa ye, yanî divê sîstemek yekbûyî ji bo Reqa, Cizîr, Kobanê û Tebqayê were avakirin, pêwîstiya merheleyê bi avakirina sîstemeke hevbeş ji bo tevahî herêmên Bakurê Sûriyeyê.

-Gelo aqûbeta partiyên di bin banê TEV-DEM‘ê dê çawa be?

Partiyên mezin di nava MSD, Federalî û Rêveberiya Xweser de hene, ev partî li gorî derferên xwe kar dikin û serkeftinên mezin pêk anîn. Ev partî dê di rêveberiya hevbeş a Bakurê Sûriyeyê de cih bigirin. Partî di nava TEV-DEM‘ê de wekî komîteyeke siyasî dixebitin. Niha jî nîqaş li ser çawaniya birêxistinkirina wan partiyan têne kirin.

-Gelo kongre ji bo amadekariyên danûstandinan bi rêjîma Sûriyê re bû?

Mijara rêjîmê, çareserkirina aloziya Sûriyeyê, pirsgirêkên Rojava û Bakurê Sûriyeyê eleqeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk e, TEV-DEM‘ê bi nêrîn û pêşniyarên xwe destekê didê. Kongre ne ji bo diyalogên bi rêjîmê re hat lidarxistin, lê ji ber rûdanên heyî ev yek dixwest. Em dikarin bibêjin pêşketinên rû dane, encamên kar û xebata me ne.

-Di nîqaşên kongreyê de mijara rizgarkirina Efrînê li pêş bû, gelo wek TEV-DEM hûn amade ne beşdarî rizgarkirina Efrînê bibin?

Efrînê mijara me ya sereke ye û birîna me ya mezin Efrîn e, 58 rojan me li ber xwe da, lê dijmin Efrîn dagir kir, em Efrînê tenê nahêlin, bi hemû hêza xwe em ê bixebitin, biryara me ya dawîn rizgarkirina Efrînê ye. Ji me tê xwestin em birêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku ji vê gavê re amade bin, divê hemû ciwan jî beşdarî şoreşê bibin.

Lidarxistina kongreyê yek ji gavên amadekariyên pêngava rizgarkirina Efrînê bû.

Divê civak were birêxistinkirin, ne wisa be şoreş nikare armancên xwe bi dest bixe û bi ser bikeve. Lidarxistina kongreya sêyemîn a TEV-DEM‘ê ez li gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz dikim, bi taybet malbatên şehîdan, hêzên me yên berxwedêr ên şev û roj bê westan dixebitin. Em bi hêvî ne ku ev guhertin bi serkeftinan bi encam bibe.