حركة المجتمع الديمقراطي

Mafên Mirovan destdirêjiyên Tirkiyeyê û dijwariyên piştî DAIŞ’ê belge dike

146

Tevî ku herêmên Firat û Cizîrê piştî qewitandina DAIŞ’ê heta astekê aramiyê jiyan dike, lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker car bi carî êrîşên xwe li deverên sînor dubare dike û hewl dide welatiyên herêmê koçber bike. Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê van destdirêjiyên Tirkiyeyê belge dike û ji dadgehên navnetewî re dişîne.

Li gorî pîvanên aştiyê di Sûriyeyê de ku li piraniya herêmên wê şer û pevçûn di navbera aliyên desthilatdar de rû didin, li herêmên Bakurê Sûriyeyê li gel parêzgeha Tertûsê heta astekê herî zêde aram in.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi armanca vê aramiyê li herêmê têkbişkîne û welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bike, dubare êrîşî herêmê dike. Di encama êrîşên artêşa Tirk de di van salên borî de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê ku navenda wê li Kobanê ye, hewl dide van destdirêjiyên Tirkiyeyê der heqê welatiyên sivîl ên gundên nêzî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Sûriyeyê de belge bike û ji dadgehên Ewropî re bişîne.

Herî dawî beriya çend rojan leşkerên artêşa Tirk gule li welatiyên gundên Elî Şar, Yabîsê û El-Menbethê barandin. Di encamê de hejmareke welatiyên sivîl birîndar bûn. Artêşa Tirk li seranserî sînorê di navbera herêma Firatê û Bakurê Kurdistanê de gelek zevî dagir kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Firatê bi hevkariya gelek aliyan weke hêzên leşkerî çarenûsa 200 kesên winda yên ji kantona Kobanê ku di demên borî de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin eşkere bike. Malbatên ku endamên wan winda bûne serdana navenda rêxistinê dikin û navên xizmên xwe qeyd dikin û bi hêviya nûçeyeke baş derbarê çarenûsa wan de dimînin.

Rêxistina Mafên Mirovan her wiha serdana girtîgehên herêma Firatê dike û rewşa girtiyan dişopîne û çavdêriya danûstandina bi girtiyan re dike.

Rêxistin her wiha serdana kampên koçberiyê yên herêma Firatê dike û bi koçberan re dicive û serpêhatiyên koçberan qeyd û belge dike û daxwazên van koçberan ji rêxistinên alîkariyan re radigihîne.