Kongreya Star a Kantona Hesekê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Dayîkên Şemiyê şermezar kirin.
Têkildarî vê mijarê Kongreya Star a Kantona Hesekê daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê berpirsa Têkiliyên Dîplomasî Silava Şêxo ve hate xwendin
Daxuyanî wiha ye:
“Polîsên dewleta Tirk di çalakiya 700 a ku Dayîkên Şemiyê ji bo naskirina çarenûsa ewladên xwe û ji bo hesab ji kesên berpirsyar bê xwestin pê radibin de êrîşî dayîkan kirin û 47 dayîk destgîr kirin.
Dayîkên Şemiyê di 25’ê Tebaxê de li Stanbolê û li ser biryara Wezîrê Hundirîn Silêman Soylo yekser rastî tundiya polîsan hatin. Dayîk bi awayekî aştiyane wêneyên zarokên xwe hilda bûn, lê dewleta Tirk bêdeng ma û tu agahî der barê ewladên wan de neda. Tevî berteka faşîst ya polîsên dewleta Tirk jî, Dayîkên Şemiyê bi vînek azad û hêzek xurt çalakiyên xwe domandin.
Siyaseta hikumeta Tirk a faşît ne nû ye ji ber ku li ser girtin, tundî û çesandina nasnameyên hemû kesên li dijî wan disekinin ava bûye.
Bi navê hemû partiyan, dengê gel û saziyên civaka sivîl em binpêkirinên dewleta Tirk û êrîşên wan li ser Dayîkên Şemiyê şermezar dikin.”