حركة المجتمع الديمقراطي

Çeteyan li Şêrawa 22 welatî revandin

144

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê revandina welatiyan li kantona Efrînê didomînin. Çeteyan herî dawî li navçeya Şêrawa ya Efrînê 22 welatî revandin û îşkence li wan kir.

Çavkaniyekî ji gundê Endarê yê navçeya Şêrawa ji ajansa  ANHA’yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê û bi taybet koma çeteyan a bi navê Hemzat, îro 6 welatî ji gund revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Reşîd Xalid (23), Ehmed Reşîd (22), Dilo Reşîd (20), Şiyar Elî (25), Necim Elî (35) û Xalid Elî (50).

Heman çavkanî piştrast kir ku welatî dema ku dihatin revandin, bi awayekî hovane dihatin îşkencekirin.

Çavkaniyekî din ji gundê Birc Heyderê yê heman navçeyê ragihand ku çeteyên girêdayî artêşa Tirk ên bi navê Feyleq El-Şam îro di saetên berbangê de 16 welatî ji gund revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Bekrî Reşîdo Hesen (60), Mihemed Mehmûd Gulê Xeyrî (57), Nebo Mihemed Gulê Xeyrî (33),  Ehmed Mihemed Gulê Xeyrî (28), Kemal Xelîl Hesen (20), Xiyas Xelîl Silêman (32), Mihemed Hemo Silêman (33), Arif Ebûd Silêman (47), Umer Ebûd Silêman (44), Silêman Ebûd Silêman (40), Ehmed Mehmûd Gulê Xeyrî (43), Xelîl Nebû Gulê Xeyrî (46), Mistefa Îbrahîm Gulê Xeyrî (54), Silêman Mihemed Gulê Xeyrî (60), Elî Mistefa Hesen (45), Silêman Ehmed Silêman (20).

Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan îşkence li welatiyan kiriye û ber bi cihekî nediyar ve birine.

Hate ragihandin ku di van çend rojên dawîn de komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa seferber bûne û destdirêjiyên xwe li ser welatiyên navçeyê zêde kirine.