حركة المجتمع الديمقراطي

Şehîd Ednan Ebû Emced sembola hemleya rizgarkirina Reqayê ye

236

Şehadeta fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced di hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Reqayê de, bandoreke mezin li her kesî kir. Bi armanca tolhildana şehîd Ebû Emced navê wî li qonaxa dawîn a hemleyê hate kirin.

Şopandina rêya şehîdan û pêkanîna xewn û hêviyên wan, armanca şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye. Li ser vê bingehê şervanan ji bo pêkanîna armanca şehîd Ednan Ebû Emced a rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, kirin armanca xwe.

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Ednan Ebû Emced şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Umer Mazirlî Ebû Emced ku ji destpêka berxwedana Kobanê ve li rex şehîd Ednan Ebû Emced bû, behsa kesayeta wî kir û got ku danûstandina wî bi hemû şervanan re wekî bira bû û wiha got: “Şehîd Ednan Ebû Emced nêzî 4 salan ji Minbicê dûr ket, ji ber ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû. Piştî vegeriya xema wî di hemleya rizgarkirinê de parastina sivîlan bû.”

Têkoşer Ednan Ebû Emced di 29’ê Tebaxa 2017’an ve ku cihê xwe di eniyên pêşîn ên hemleya Xezeba Firatê de digirt, şehîd bû.

Fermandarekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê bi navê Mahir El-Ewnî ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de li rex şehîd Ednan Ebû Emced cihê xwe digirt, diyar kir ku şehadeta Ednan Ebû Emced gelekî bandor li wan kiriye û dilê wan xemgîn kir.

Şehîd Ebû Emced di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê de bê navber tev digeriya û rewşa şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dişopand û moralên şervanan bilind dikirin. Du şervanên bi navên Fûad Nûrî El-Elî û Elî Şêx ku beşdarî hemleya rizgarkirina Reqayê bûbûn, gotin ku şehadeta Ednan Ebû Emced gelekî bandor li wan kir.

Bi armanca tolhildana şehîd Ednan Ebû Emced navê wî li qonaxa dawî ya hemleyê hate kirin. Her du şervanan diyar kir ku piştî wê hêrsa wan li dijî çeteyên DAIŞ’ê bilindtir bû û bi lehengî xebatên rizgarkirina bajêr dane meşandin.