حركة المجتمع الديمقراطي

Dagirkeran ji 9 kesên ku revandin bûn 90 hezar dolar fidya standin

184

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî 9 welatiyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê bi awayekî hovane êşkence kirin û 90 hezar dolarên Amerîkî ji wan û xizmên wan standin, ew berdan.

Çalakvanan li ser torên civakî navên kesên ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji navçeya Şiyê ya kantona Efrînê bi hincetên dûrî rastiyê yên wekî bi Rêveberiya Xweser re kar kirine, revandibûn û êşkence li wan kirin bûn, belav kirin. Li gorî çalakvanan artêşa dagirker û koma çete ya bi navê Lîwa Silêman Şah ji kesên ku revandine û xizmên wan li hemberî berdana wan 90 hezar dolarên Amerîkî fidya standin.

Navên kesên ku hatibûn revandin û miqdarê her kesî ku pere dan li gorî çalakvanan wiha ne: Sehîd Koçer 15 hezar dolar, Semîr Koçer 15 hezar dolar, Wetenî Koçer 6 hezar dolar, Umer Cemîl Hebeş 3 hezar dolar, Reşîd Cemîl Hebeş 3 hezar dolar, Cemîl Hebeş 2 hezar dolar, Ismet Ereb 40 hezar dolar, Rimedan Haşim hezar dolar, Nezmî Mihemed Dawûd ji aliyê serçeteyê bi navê Ebû Emşe ve bi kehrbe hate êşkencekirin û 4 hezar dolar da.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê rêbazên nû ji bo peran ji welatiyên Efrînê bistînin bikar tînin. Ji wan artêşa dagirker û çeteyên wê jinan rêdikin cihekî giştî li dikanek an jî kolanekê û bi welatiyan re dikeve nava nîqaşê. Piştre, çeteyekî bi çek ew welatiyên ku bi wan jinan re diaxive bi hinceta bi jinan re didin û distînin tewan bar dikin. Ew jinan jî ku bi çeteyan re lihev kirine, vê yekê tekez dikin û çete ji welatiyan dixwaze yan biçe zindanê yan jî pereyên pir bidin.