حركة المجتمع الديمقراطي

Macron gefa êrîşê li rêjîma Sûriyeyê xwar

96

Serokê Fransa Emmanuel Macron gefa êrîşekê li rêjîma Sûriyeyê xwar heke çekên kîmyewî bi kar bîne.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron behsa êrîşeke sêalî ya Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya meha nîsana borî kir û got ku di encama bikaranîna hêzên rêjîmê ji çekên kîmyewî li dijî bajarokê Doma yê gundewarên Şamê pêk hat û wiha got: “Em ê êrîşên xwe dubare bikin, eger rêjîm careke din çekên kîmyewî bi kar bîne.”

Girêdayî rewşa parêzgeha Idlibê Macron metirsiyên xwe anîn ziman ku aloziyeke mirovî li parêzgehê derkeve, eger hêzên rêjîmê hemleya xwe ya leşkerî li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bide destpêkirin.

Macron guman dike ku Rûsya û Tirkiye zextên xwe li rêjîmê zêde bikin da ku ev senaryo li Idlibê pêk neyê û got ku daxwaza Şamê ya danûstandina bi çekdaran re tune ye.

Girêdayî mijara desthilatdariyê li Sûriyeyê, Macron têkildarî kî dê desthilatdariya Sûriyeyê bike, diyar kir ku divê tu dewlet perspektîfên xwe pêşniyar nekin û got ku ji civaka navneteweyî tê xwestin ku atmosfereke guncaw ji gelê Sûriyeyê re peyda bike da ku karibe bi xwe pêşeroja xwe diyar bike.

Macron got ew di mijara derxistina Esad de ne bi israr e, beriya ku alîkariyên mirovî derbasî Sûriyeyê bibin û di heman demê de diyar kir ku mayîndina Esad li gorî baweriya wî şaş e.

Rêjîm di çarçoveya amadekariya destpêkirina hemleyeke leşkerî li dijî Idlibê de hêzên xwe li derdora parêzgehê belav dike û li sêkoşeya Deşta Xab-Cisir Şixor û gundewarên bakurê rojhilatê Laziqiyê bi cih dibe.