حركة المجتمع الديمقراطي

Siwêda buhaya bêalîbûna xwe di şer de dide

144

Siyasetên qirêj ku hin alî di Sûriyeyê de didin meşandin hêjî berdewam in ku li ser nakokiyan dilîzin da ku desthilatdarî û berjewendiya xwe li ser hesabê pêkhateyên Sûriyeyê ferz bikin. Vê carê berê wan li Siwêda û pêkhateya Durzî ye. Van aliyan nexwestin ku ev parêzgeh li derveyî şerê xwîndar bimîne.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, welatiyên parêzgeha Siwêda karibûn xwe bidin alî û nexwestin şerê ti aliyan bikin. Lê aliyên şerê desthilatdariyê di Sûriyeyê de gelek caran bi rêbazên cûda hewldan welatiyên Siwêda ber bi qada şer ve bikişînin. Yek ji van rêbazan hewldan ku tevliheviyê di nava pêkhateya Durzî de derbixînin an jî di bin gefxawrinên rêxistinên terorîstan de xwestin welatiyan derbasî şerê xwîndar bikin.

Ji bo geşedanên li Siwêda di van salên aloziya Sûriyeyê de rû dane û hewldanên aliyên şerê desthilatdariyê bêne nasîn, divê pêkhatebûna parêzgeha Siwêda û helwesta wan di salên aloziyê de were nasîn.

Di rastiyê de dema ku em behsa bajarê Siwêda di çarçoveya aloziya Sûriyeyê de dikin, bê guman dosya pêkhateya Durzî bi giştî derdikeve pêş. Parêzgeha Siwêda yek ji herêmên başê Sûriyeyê ye. Aliyê wê yê bakur parêzeha Şamê ye, aliyê wê yê rojava parêzgeha Deraa ye û çolistana Sûriye li rojhilata wê dikeve û ji aliyê başûr ve sînorê di navbera Sûriye û Urdunê de ye. Giştî rûpîvana herêmê 6550 km karê ye.

Parêzgeha Siwêda weke navenda pêkhateya Durzî tê destgirtin. Pêkhateya Durzî her wiha li parêzgeha Quneydera, çiyayê Heremûn a di navbera Sûriye û Lubnanê de û li taxên başûrê Şamê weke Ceremana û Sehnaya hene. Li parêzgeha Idlibê jî hejmareke gundên pêkhateya Durzî hene.

Li gorî hin raporan hejmara welatiyên Durzî di Sûriyeyê de beriya aloziyê nêzî 700 hezar kes in, ango ji giştî 23 milyon welatiyên Sûriyeyê ji % 3 ne.

Pêhateya Durzî li Lubnanê 200 hezar in, li Îsraîlê 130 hezar in û ji wan 18 hezar li Colana dagirkirî ne. Eslê pêkhateya Durzî ku rê û resmên xwe yên olî eşkere nakin vedigere mezheba Îsmaîlî.

Ji destpêka şerê desthilatdariyê di navbera alîgirên rêjîmê ku xwe weke parêzgerê kêmnetewan pêşkêş dikir û çalakvanên li dijî rêjîmê ku piştre veguherî şerekî çekdar, pêkhateya Durzî dabeşî du beşan bû û aliyekî ji wan bê alî man.

Piştî ku aloziya Sûriyeyê dijwartir bû û komên çekdar ên radîkal hatin avakirin, ev yek weke diyariyekê ji pêşkêşî rêjîma Sûriyeyê hate kirin û bi vê rêbazê welatî neçarî pejirandina di navbera rêjîmê û rêxistinên terorîst de hatin kirin. Lê weke hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê nêrîneke din a welatiyên Siwêda hebû.

Li Siwêda car bi car xwepêşandan dihatin lidarxistin û têde banga başkirina rewşa xizmetguzariyê dihatin kirin. rêjîm û aliyê ku xwe weke opozîsyon bi nav dike xwestin ji van xwepêşandanan sûd werbigirin û welatiyan ber bi şerê xwîndar ve bibin. Destpêk ji aliyê Şêx Wehîd El-Belhûs ve bû ku Tevgera Şêxên El-Keramê ava kir ku ji komeke şêxên pêkhateya Durzî pêk dihat da ku li hemberî dezgehên ewlehiyê yên rêjîmê derbikeve.

El-Belhûs bi serokatiya şêxên El-Keramê rewşeke weke Rêveberiya Xweser ava kir. Ev rewşa Wehîd El-Belhûs li Siwêda ava kiriye rêjîma Sûriyeyê gelekî tengezar kir. El-Belhûs ji bo ciwanên Siwêda beşdarî leşkertiyê nebin bi roleke mezin rabû, her wiha bi roleke bi bandor rabû navbênkariya di navbera Siwêda û bajarên başûr ên weke Deraayê kir, nemaze gelek aliyan xwestin di navbera van bajaran de tevliheviyan derbixînin.

Gotina El-Belhûs “Em ne alîgirên rêjîmê ne û ne jî opozîsyon in, em kesên welatparêz in û ji bo welat û mezheba xwe tevdigerin. Durzî bi helwestên xwe yên welatparêz navdar in. Em ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê bi baldarî tevdigerin. Em parçebûnê û destdirêjiya li dijî hemû pêkhate û mezheban qebûl nakin. Em ê şerê gendeliyê bikin û ax û rûmeta xwe li hemberî hemû êrîşkaran biparêzin”. Rêjîma Sûriyeyê gelekî ji vê gotina El-Belhûs tengezar bû.

Rêjîma Sûriyeyê bi hevkariya Îran û Rûsyayê di destpêkê de bi riya durişmeyên serdema Sultan Paşa El-Eterş xwestin welatiyên Siwêda ber bi xwe ve bikişînin. Lê hemû hewldanên rêjîmê bê encam bûn.

Avakirina hêzên “Şêxên El-Keramê”

Piştî ku şoreşa Sûriyeyê ya sala 2011’an veguherî şerê desthilatdariyê û aloziya Sûriyeyê dest pê kir. Welatiyên Siwêda bi armanca xweparastinê hêzên “Şêxên El-Keramê” ava kirin. hêzên Şêxên El-Keramê ji destpêka aloziyê ve di helwesta xwe de bi israr e û ku dê di şerê Sûriyeyê de bê alî be û nexwest alîgirtiya ti aliyan bike. Hêzên Şêxên El-Keramê li dijî tabûrên çeteyan ên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ber xwe da.

Lê dîsa jî rêjîm û hevkarên wê tengezar dibû. Rûsyayê hêzên Şêxên El-Keramê weke tabûreke terorîst bi nav kir. Di sala 2015’an de fermandarê hêzên Şêxên El-Keramê Şêx Wehîd El-Belhûs di çalakiyekê de hate kuştin ku her tim li dijî leşkerkirina ciwanên Durzî di nava hêzên rêjîmê de bû.

Kuştina El-Belûs hişt ku Siwêda derbasî qonaxeke nû bibe

Kuştina oldarê Durzî, Şêx Wehîd El-Belhûs bi riya siwareyeke bombekirî, hişt ku gelek xwepêşandan li dijî hêzên rêjîma Sûriyeyê di bajarê Siwêda de bêne lidarxistin. Di van xwepêşandanan de gule hatin avêtin û di encamê de hin endamên hêzên ewlehiyê yên rêjîmê hatin kuştin.

Çavdêrên rewşa Sûriyeyê di wê demê de guman kirin ku evan xwepêşandan veguherin serhildaneke berfireh bi taybet piştî ku serokê Durziyan Welîd Canpolat banga serhildana Durziyan li dijî rêjîma El-Esed kir.

El-Belhûs serokatiya koma Şêxên El-Keramê dikir ku di nava wê de gelek oldar û rûspiyên din hebûn û armanca leşkerên wê tenê parastina pêkhateya Durzî ji encamên aloziya Sûriyeyê bû.

Derketina vê komê hişt ku serweriya rêjîma Sûriyeyê li bajêr gelekî lawaz bibe û daxwaza rêjîmê ya beşdarbûna şerê li dijî Deraayê qebûl nekir û di encamê de bawerî û rêzdarî ji hemû welatiyan wergirt.

Alîgirtiya El-Belhûs di nava pêkhateya Durzî de gelekî zêde bû û bi helwesta xwe ya li dijî leşkertiya li derveyî herêmê û bi dijberiya rêxistinên îslamî yên radîkal dihat nasîn.

Bi destpêkirina tevgera siyasî li Siwêda reşiknameya projeya hêzên siyasî û civakî yên bajêr ji bo avakirina rêveberiyeke “nenavendî” li parêzgehê da ku karûbarên welatiyan bimeşîne hate eşkerekirin.

Di reşiknameya projeyê de hate gotin ku “avakirina komeleya niştimanî ya demkî weke lêvegerekê ye û peywira wê birêxistinkirin û birêvebirina saziyên dewletê li Siwêda ye”. Her wiha piştrast kir ku divê çek tenê di destên dewletê de bin û diyardeya çekan di nava welatiyan de were qedexekirin.

Di reşiknameya projeyê de pêwîstî bi avakirina Rêveberiyeke Nenavendî li Siwêda hate dîtin. Lê girîng e ku danûstandina bi hevpeymana Rûsya û Amerîka re (herêmên kêmpevçûn) bi zanebûn were kirin weke qonaxa destpêkê ku di dawiyê de îradeya gelê Sûriyeyê were ferzkirin û rê li pêşiya şêwazên parçebûnê were girtin.

Piştî ku hêzên rêjîmê bi alîkariya Rûsyayê serweriya xwe li rûpîvaneke berfireh a Sûriyeyê kir û herî dawî li başûrê Sûriyeyê, êdî çavên rêjîmê li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyeyê ne û weke herêma dawî ya derveyî serweriya xwe bi nav dike.

Lê piştî ku parêzgeha Siwêda di 25’ê Tîrmeha borî de rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat û di encamê de bêtirî 250 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê 34 welatî ku piraniya wan jin û zarok in. DAIŞ’ê ji van rehîneyan ciwanek û jinekê kuştin.

Gelek nivîskaran û bi taybet nivîskarên Siwêda behsa êrîşa li dijî welatiyên Siwêda kirin. hin nivîskaran êrîşa li dijî Siwêda  bi komkujiya sala 2013’an li gundewarê Laziqiyê ve girêdan ku  de 450 kes bûn qurbanî û rêjîmê hewl da komkujiyê veşêre û ti belge derbarê komkujiya çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam de pêşkêş nekirin. Her wiha sûcdariyên li dijî Tertûs û Ceblê di gulana 2016’an de. Di van hemû buyeran de pirs tên nîşandan ku rola hêzên rêjîmê li hemberî van sûcdariyan lawaz e. Nivîskarên Kurd komkujiya li Siwêda weke komkujiya li Kobanê ya 25’ê Hizêrana 2015’an de bi nav kirin dema ku dewleta Tirk deriyên xwe ji komên çeteyên DAIŞ’ê re vekirin da ku derbasî Kobanê bibin û komkujiyê pêk bînin û di encamê de 250 welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn bûn qurbanî.

Opozîsyonerê Sûriyeyê Fadil El-Xetîb ku ji welatiyên bajarê Siwêda ye û niha li Amerîka rûniştiye, behsa tedbîrên rêjîma Baasê ya beriya komkujiya Siwêda kir û di hevdîtinekê de bi ajansa me ANHA’yê re komkujî şîrove kir.

El-Xetîb got ku çeteyên DAIŞ’ê di navendeke leşkerî ya rêjîmê de ku rêjîm beriya çend alan jê hatibû vekişandin bicih bibûn. Piştî ku taxên Muxeyem Yermûk û Hecer Eswed ên bajarê Şamê hatin valakirin, çeteyên DAIŞ’ê yên li van deveran ber bi çolistana Siwêda ve hatin birin.

Tevgerên rêjîmê beriya komkujiyê nîşan dide ku destên wê jî di komkujiyê de hene

Derbarê tedbîrên beriya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Siwêda El-Xetîb wiha dibêje: “Rêjîmê beriya komkujiya 25’ê Tîrmehê bi çend rojan leşkerên xwe ji sînorên gundên ku DAIŞ’ê êrîşî wan kiriye vekişandin. Ango hêzên artêşa Sûriyeyê beriya komkujiyên li devera di navbera van gundan û çolistana Siwêda de bi cih bibûn û hatin vekişandin. Ango evan gundên Siwêda bê parastin hatin hiştin û rêjîm baş dizane ku li vir çeteyên DAIŞ’ê bicih bûne. Hêzên rêjîmê her wiha beriya komkujiyê hin çekên ku li alîgirên xwe yên van gundan belav kiribûn vekişandin.”

El-Xetîb behsa saetên beriya komkujiyê kir û wiha domand: “Di heman şevê de û beriya 2 saetan ji komkjiya çeteyên DAIŞ’ê, kehrebe ji ser van gundan hate birîn. Dema ku parêzgehê Siwêda yê girêdayî rêjîmê beşdarî merasîma sersaxiyê bû û beriya ku were qewitandin, welatiyan jê pirsî ku çima beriya çend saetan ji komkujiyê kehrebe hate birîn. Bokeyekî parêzger pirs bersivan û got ku biryar ji Şamê wiha hatiye. Di vê derbarê de dîmen hene.”

Piştî ku êrîşa DAIŞ’ê dest pê kir, gelek ciwanên gundên Cebel El-Şêx û gundên Colanê yên nehatine dagirkirin û taxa Ceremana ya bajarê Şamê hatin alîkariya Siwêda li dijî DAIŞ’ê bikin, lê dîsa jî ti yekîneyên artêşa rêjîmê nehatin û ti balefirên wê ji balefirgehan nefiriyan. Weke mînak balefirgeha Xilxilê tenê çend kîlomîtreyan ji deverên DAIŞ’ê ve dûr e û ji gundên rastî êrîşa DAIŞ’ê hatine jî nêzîk e.

Êrîş di berbangê de pêk hat û 6 saetan dom kir heta ku êrîşa DAIŞ’ê hate şikandin û di encamê de 150 çete hatin kuştin. Li aliyê din 250 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn. DAIŞ’ê her wiha 34 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in bi xwe re weke rehîne revandin. Di roja din de hêzên rêjîmê hatin û cenazeyên DAIŞ’ê kom kirin. hin gundan jî cenazeyên DAIŞ’ê radestî rêjîmê nekirin û siwareyên rêjîmê qewitandin.

El-Xetîb di berdewama axaftina xwe de wiha gotiye: “Eşkere bû ku heta ji alîgirên rêjîmê re ku destên rêjîmê di vê komkujiyê de hene. Gelek kes jî dibêjin ku armanca êrîşê dagirkirina herêmê bû. Hin agahî hatin belav kirin ku piştrast dike DAIŞ’ê li çolistana Siwêda hatiye bicihkirin û daxwaza rêjîmê jî ew e ku dersekê bide pêkhateya Durzî ji ber ku nêzî 50 hezar ciwanên herêmê nexwestin leşkertiyê li rex rêjîmê bikin. Her wiha ji ber ku di van 7 salên aloziya Sûriyeyê de pêkhateya Durzî di şerê desthilatdariyê de bêalî ma. Ji ber vê yekê rêjîmê ji derketina Tevgera El-Keramê gelekî tengezar bû û hemû hewldanên rêjîmê yên derxistina tevliheviyê bê encam bûn. Welatiyên Siwêda tev vê yekê bi sedhezaran koçberên Sûriyeyê hembêz kirin.

QSD’ê ji alîkariya Siwêda re amade ye

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de tevdigere di hevdîtinekê de bi rojnameya Şerq El-Ewsat re êrîşa li dijî welatiyên Siwêda bi êrîşên hovane bi nav kirin û wiha got: “Êşa wekatiyên me yên Durzî heman êşa welatiyên me li Kobanê û Efrînê (ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin) e.”

Hemo diyar kir ku ew ti cûdabûnê di navbera êrîşên li dijî Kobanê, Efrînê û Siwêda de nabînin û wiha domand: “Yekîneyên me ji bo alîkariyê bi welatiyên Siwêda re li dijî terorê bike amade ne biçin Siwêda.”

Fermandariya Giştî ya QSD’ê jî bi daxuyaniyekê behsa heman mijarê kir û wiha got: “Ji ber baweriya me ya çarenûsa hevbeş a hemû welatiyên Sûriyeyê em ji welatiyên xwe yên bajarê Siwêda û malbatên ku endamên wan weke rehîne ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin re piştrast dikin ku em amade ne ji bo evan rehîne serbest bêne berdan girtiyên DAIŞ’ê yên li ba me radestî wan bikin.”

Der barê vê înîsyatîfa QSD’ê de Fadil El-Xetîb wiha got: “Înîsyatîfa QSD’ê ji bo alîkariya bi pêkhateya Durzî re di şerê li dijî DAIŞ’ê û pevguhertina rehîneyan bi girtiyên DAIŞ’ê re, rastî dilxweşiya welatiyên Durzî hat. Ev jî piştrast dike û şîn û şahiyên me yek in. Şêxê Aqilmendiyê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da û têde spasiya helwesta birayên Kurd kir.”

Tevî ku hêjî nêzî 30 rehîneyên Siwêda li ba DAIŞ’ê girtî ne, rêjîma Sûriyeyê çalakiyeke leşkerî li çolistana Siwêda li dijî DAIŞ’ê dest pê kir û metirsiya li ser jiyana rehîneyan zêde bû. Nemaze piştî ku xebatên serbestberdana wan bê encam bûn û hêjî çarenûsa van rehîneyan nehatiye diyarkirin.