حركة المجتمع الديمقراطي

Afram Îshaq: Nûnerên Bakurê Sûriyeyê ji diyalogan re amade ne

167

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Afram Îshaq destnîşan kir ku Tirkiyeyê roleke mezin di kurkirina aloziya Sûriyeyê de list, lîstokên wê bi komkirina komên çete li Idibê bi encam bû.  Îshaq diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û ne navendîbûyîn çareseriya herî guncaw a aloziyê ye û got ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji diyalogên Sûrî re amade ne.

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Afram Îshaq geşedanên dawîn li qada Sûriyeyê, danûstandinên rayedarên Bakurê Sûriyeyê û rêjîma Sûriyeyê û rêbazên çareserkirinê û bidawîbûna şer ji ajansa me nirxandin.

Îshaq anî ziman ku rewşa Sûriyeyê pir girêk û hestiyar e, piştî îtîfaqên di navbera rêjîm û komên çekdar de ku bi sponseriya Rûsya û Tirkiyeyê li gundewarên Şamê “Xûtaya Şamê” pêk hatin komên çekdar li parêzgeha Idlibê hatin komkirin. Îshaq anî ziman ku mijara Idlibê û komkirina çekdaran encamên lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê bûn, Rûsyayê xwest bi vê yekê Tirkiyeyê bi aliyê xwe de bikişîne, Rûsyayê destûr da Tirkiyeyê ku Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê dagir bike li beramberî ku komên çekdar li wan deveran têk bibe û para xwe ji şêraniya Sûriyeyê bigire.”

Afram Îshaq destnîşan kir ku Civîna Helsinki ya di navbera Trump û Pûtîn de hevsengiyên li ser qada Sûriyeyê û herêmî guherandin, bi sîfeta ku Tirkiye dewleteke bi bandor e li Sûriyeyê, her aliyekî xwest ku Tirkiyeyê bi aliyê xwe de bikişîne. Îshaq destnîşan kir ku Amerîka û Rûsyayê li hev kir ku hesabê xwe bi Tirkiyeyê re zelal bikin û fişarê lê bikin da ku hêzên ji Sûriyeyê, di serî de li Idlibê vekişîne û wiha domand: “Ya dawî, gefa operasyoneke leşkerî li parêzgehê li rêjîma Sûriyeyê xwarin, beriya du rojan êrîşên hewayî pêk anîn, xwestin bi vê yekê peyama hişyariyê bidin Tirkiyeyê ku rola xwe ya di aloziya Sûriyeyê de bi dawî bike.”

Der barê binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê sivîlên Efrînê de Îshaq diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk li Efrînê di dîroka Osmanî de ne bi tiştekî nû ye û got ku Tirkiyeyê hemû pêkhateyên ku bi hev re dijîn dike hedef, ji Ermen, Suryan û Asur ta gelê Kurd û wiha dom kir: “Tirkiye hewl dide yek al, yek netewe û yek ziman li ser hemû gelan ferz bike.”

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Afram Îshaq tekez kir ku Efrîn bajarekî sûrî, erdîngariya wê stratîjîk e, piraniya niştecihên wê Kurd in. Tirkiyeyê li vir siyaseta guhertina demografîk pêk anî, ala dewleta Tirk lê hilda, Efrîn kirin mîna herêmeke tirkî. Dîsa jî hêzên navdewletî li hemberî van kiryaran dengê xwe nekir. Îshaq, di nava gotinên xwe de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêbazê herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi nav kir û wiha bi lêv kir: “Herêm bi mozayîka xwe ya pirreng navdar e, Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen lê hene. Rêveberiya Xweseriya hate avakirin da ku rê li ber hewldanên derxistina tevliheviyê bigire, her wiha rêveberiyên sivîl hatin avakirin da ku herêmên bi rêve bibe. Ev rêveberî li ser bingehê jiyana hevbeş û biratiya gelan kar dike. Gelê Bakurê Sûriyeyê serkeftinên mezin bi dest xistin, bi riya QSD‘ê gelek herêmê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dermanê aloziya Sûriyeyê ye

Afram Îshaq di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji destpêka aloziyê ve ji diyalogan re vekirî ne û piştgiriyê didin çareseriya siyasî û tekez kir ku MSD ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike, gelek caran diyar kiriye ku ew ji diyalogên re amade ye û projeya xwe ya demokratîk wekî çareseriya tevahî Sûriyeyê pêşkêş kir.

Cîgirê Hevserokatiya Herêma Cizîrê Afram Îshaq axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bêyî nebeşdarkirina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê ji danîna forma destûra nû çareserî ne pêkan e.”