حركة المجتمع الديمقراطي

Hûsam Elûş: Pêvajoya Astana bi dawî bû

97

Muxalifê Sûriyê yê serbixwe û endamê Partiya Kar a Komunist Hûsam Elûş got: “Astana pêvajoyeke demekî  bû û armancên wê yên taybet hebûn û rola wê niha bi dawî dibe. Gelo wê rola Tirkiyê di vê qonaxê de çi be, dibe ku demkî be da ku zemîna bidesxistina Sûriyeyê peyda bike. ”

Muxalifê Sûriyê yê serbixwe û endamê Paritya Kar Komunist Hûsam Elûş li ser geşedanên li Sûriyeyê di qada siyasî û leşkerî bi taybet mijara Idlibê bersivên pirsên ajansa me da.

Çavê her kesî li Idlibê ye, hin texmîn dikin ku Idlibê destpêka pêvajoyeke nû di aloziya Sûriyeyê de ye. Gelo nêrîna wan der barê vê mijarê de çi ye?

Rojev Idlib e, dibe ku Idlib xeleka dawî ya aloziya Sûriyeyê be. Gelo wê berbijêra leşkerî  were bi karanîn anî jî wê berbijêrin din hebin. Gelo dê Idlib xeleka dawî ya tirajîdyaya gelê Sûriyê be an dê rewş ji berê xirabtir bibe, xuyaye wê wisa be ji ber heya niha hîma mejiyê siyasî Sûrî hîn nehatiye şûxulandin. Di vê şerê wêrankirinê de ku bi desteka derve tê kirin tu asoyên çareseriya siyasî ku dawî li aloziya mezin bîne xuya nake.

Di nêrîna min de hilbijêra leşkerî li pêş e, ji ber hêzên leşkerî yên li ser erdê, her wiha girtiyên kesên ku dixwazin bi komên çekdar ên terorîst ên islamî re lihevkirinan çêbikin, hîn jî pere, desthildardarî û bikaranîna çek vê yekî nîşan dide. Li Sûriyê serdema leşkerî yên  terorîst bi dawî dibe.

Wekî welatparêzên demokratîk, di serî de komunist em nikarin ejnîdeyan an jî nexşereya rizgarkirina welat feriz bikin, gog digere û amdekariyên biryara dawî dest pê dike. Di nêrîna min de biryara dawî ne yek beşê pêk were, dê ji du aliyan pêk were. Aliyê xeta Hema-Heleb werkî girîngiyeke stratîjîk û aborî ji bo Sûriyê û xeta dûrxistina Laziqiyê, Çiyayê Ekrad û Tirkuman ji Idlibê bi riya Cisir El-Şixûr. Ev projeya Rêjîma Sûriyê û Rûsiyeyê ku şerê li Idlibê di navbera du koman de hiştine, kutleya terorê (Cebhet El-Nusra) û komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, ew komên çete yên ku Eniya Rizgarkirina Niştimanî  ji El-Nusra ne dûr e.

 Li gel van hemû îhtîmalan, çarenûsa peymana Astana, bi taybet herêmên “Bê şer” çawa be?

Astana di çarçoveyeke stratîjîk ji aliyê Rûsya ve bi armanca peydakirina demekê ji bo kêmkirina şer li pêşket. Stratejiya Rûsya ji bo  me diyar e. Dixwaze ku xaka Sûriyeyê li rêjîmê vegere. Pêwêstiya stratejiyê bi tektîkekê hebû. Tirkan bertîl dan da ku wan ji Amerîkayê dûr bixin. Astana wekî pêvajoyeke demekî ji bo pêkanîna hin armancan pêk hat û rola wê ya dîrokî bi dawî bû. Herêmên kêmkirina şer jî rola wê bi dawî bû. Gava li pêş; rêjîmê serweriya xwe li tevahî Sûriyeyê vegerîne. Gelo wê rola Tirkiyê di vê qonaxê de çi be, dibe ku demkî be da ku zemîna bidesxistina Sûriyeyê peyda bike.

Li Idlibê dê şer û nakokî di navbera  çeteyên Îranê û Cebhet El-Nusra de derkeve. Astana bi hemû wateyan bi dawî bû, niha jî dibe ku Soçî bike dewrê de da ku armanca Rûsya pêk were.

Tirkiyê hin herêm li Bakurê Sûriyeyê dagir kirine. Li gorî nêrîna we wê çarenûsa van herêman çawa be?

Di mijara dagirkirina Tirkiyê li hin herêmên Bakurê Sûriyeyê, di nav de Efrîna birîndar, Bab, Ezaz û Cerablus, li gorî texmîna min ev herêm di pilanên stratîjîk de ku li xaka Sûriyeyê werin vegerandin e. Yanî dewleta Sûriyê, ne desthilatdariya siyasî ya Sûriyeyê dibêjim. Em hemû bi dewleta Sûriyeyê bawer in, wekî sazî, erd, ziman û çand, desthildarî dewlet tecawiz kir, em ê jî bi têkoşîna xwe ya siyasî û demokratîk hewl bidin ku dewlet bikeve xizmeta hemû gelan ji hemû rengan.

Hêviyên wê li ser siberoja Sûriyeyê?

Ez bi siberojeya siyasî, leşkerî ya Sûrieyê bi hêvî me. Em bi hêvî ne ku çarenûsa Idlib ne wekî herêmên din ên Sûriyeyê be yên ku kuştin û wêrankirin û koçberkirin lê rû dan. Hêzên welatparêz ên demokratîk ên Sûrî li dijî şer û tundiya mezheb û destwerdana derve û bi karanîna çek e. Bi têkoşîna siyasî re ne. berpirsyartiya me ya li bermaberî vê welatî mezin e ku em yekîtiya niştimanî ya demokratîk ava bikin û bernameyeke hevpar ji bo pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê deynin.

Armanca me welatekî pir reng, demokratîk ne navendî û layîk ava bikin. Têkoşîna me jî li ser vê esasî berdewam e. Em li dijî hilbijêra leşkerî û çek in. Xebateke niştimanî demokratîk, her wiha diyalogên bi rêjîma Sûriyeyê ji bo amadekirina formeke nû ji pêşeroja Sûriyeyê re bi riya hevpeyeneke civakî nû pêwîste.

Em û hevalên me MSD‘ê, gelek rewşenbîr û partiyên siyasî yên Sûrî me komîteyeke ji bo şopandina diyalogên Sûrî-Sûrî ava kir û em bi hêvî ne ku encam bigire.