حركة المجتمع الديمقراطي

Hesen Mihemed Elî hevdîtinên bi rêjîma Sûriyeyê re vedibêje

188

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD‘ê Hesen Mihemed Elî detayên hevdîtinên wan ên bi rêjîma Şamê re û xalên sereke yên ku li ser gotûbêj kirine, aşkera kirin.

Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Mihemed Hesen Elî der barê hevdîtinên şandeya MSD‘ê û rêjîma Şamê de bersiva pirsên ajansa ANHA  da.

Destpêkê, hûn dikarin nêrîna xwe ya der barê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê de destnîşan bikin.

Di demên dawîn de, hevdîtinên şandeya MSD‘ê û rêjîmê Sûriyeyê cihekî mezin di rojevê de girt. Ji destpêka aloziyê ve me nêrîna xwe ya ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê got. Nêrîna me ew e ku çareserî bi rêya diyalogên siyasî ye. Ji ber ku şer û bikaranîna çekan rewşa Sûriyeyê gihand vê astê ku bandoreke neyînî li civaka me kir. Me dît ku çareserî bi çekan pêk nayê, tenê em dikarin li hemberî çeteyan çekan bi kar bînin.

MSD‘ê ji roja ku hate damezirandin ve, nêrîna xwe got ku çareserî bi rêya diyalogên bi nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyeyê re ku ji bo parastina mafên xwe dixebitin, encax pêk were.

Wek MSD li hermên ku ji aliyê QSD‘ê ve hatine rizgarkirin, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê mîna Reqa, Dêrazor û Minbicê me xwe dît ku em xwediyên rasteqîn ên vê xakê ne, piştî ku me herêmên xwe rizgar kirin me rêveberiyên herêmî ava kirin da ku karûbarên hêrêmê bi rê ve bibin.

Hemû welatên cîhanî ji bo berjewendiyên xwe mudaxele di karûbarên Sûriyeyê kir. Diviyabû ku Rûsya û Amerîkayê aloziyê bi dawî bikira. Ji ber ku em jî beşek ji Sûriyeyê ne, me dît çareseriya aloziyê  ji me tê xwestin. Projeyeke me ya siyasî ji bo çareseriyê heye, em ê civînên xwe yên bi mebesta çareseriya aloziyê bidomînin.

Gelo beriya niha jî di navbera şandeya we û rêjîmê de hevdîtin hebûn?

Di hevdîtinên serokê Sûriyeyê Beşar El-Esad û Vladimir Putîn de her du aliyan li hev kir ku bi QSD‘ê re bicivin. Me jî ev gav erênî dît. Me daxuyaniyek fermî da û bê şert me pêşniyar qebûl kir. Ji ber ku pêwîstî bi nîqaşên gelek mijarên xizmetguzarî, wekî bendan, kehrebe û hwd. hebû, di nîqaşan de bendava Tebqayê cihekî sereke girt.

Piştî rizgarkirina bendava Tebqayê, QSD‘ê ragihand ku bendav berhemeke niştimanî ye ku hemû gelan eleqedar dike. Li ser vê yekê hevdîtin di navbera rêjîma Sûriyeyê û Meclisa Sivîl de çêbûn, da ku were sererasatkirin û kehrebe jî were peydakirin ku bikeve xizmeta hemû gelê me. Hevdîtinên di navbera her du aliyan de der barê bendavê de dê berdewam bikin. Me pêşniyarên xwe gotin ku em amade ne bi rêjîmê re bendavê ji nû ve sererast bikin,  ji ber ku pêwîstiya bendavê bi gelek alavan heye û milkê hemû gelê Sûriyeyê ye.

Wekî din mijarên sereke yên ku we bi rêjîmê re pêşkêş kirin çi ne û helwesta rêjîmê çawa bû?

Di destpêka civînê de pêşniyarên me yên der barê rêveberiyên xweseriya demokratîk û herêmên ji DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin, rêveberiyên sivîl, serkeftinên gelê Bakurê Sûriyeyê hebûn, ev nimûneyên azadî û demokrastiyê ne, me dikarî ewlehiya herêmên xwe biparêzin.

Benda me ya sereke di civînê de; di rêveberiyên Bakurê Sûriyeyê yên xweser û herêmî de hemû ol, mezheb û pêkhate beşdar dibin. Rêjîma Sûriyeyê jî 107 qanûnên taybet bi rêveberiyên herêmî yên Sûriyeyê pêşniyar kirin û biryar da ku li ser van mijaran nîqaş bike û çareyên guncaw jê re peyda bike. Li gel wan jî danûstandinên aliyan dê berdewam bikin.

Îdiayên dibêjin dê herêm radestî rêjîma Sûriyeyê werin kirin, armanc jê tevlihevî derxistin e. Em tekez dikin ku herêmên bi xwîna lehengan hatine rizgarkirin ne mijara bazirganiyê ne û bi tu awayî em vê mijarê bi kesî re parve nakin.

Hîna em di pêvajoya danûstandinên li gel rêjîmê de ne, heya niha em negihaştin tu encam û biryaran. Jixwe hevdîtinên me yên bi rêjîmê re berdewam in.

Gelo li ser mijara dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve nîqaş hate kirin?

Belê, nêrîna me her duyan ew bû ku Tirkiye dewleteke dagirker e, di nav de Efrîn, gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirine. Li gorî her du aliyan cihê Tirkiyeyê ne li Efrînê û ne jî li herêmên din ên Sûriyeyê tune ye.

Girêdayî dagirkirina Efrînê, diyalog bi dewletên cîhanî re hene, ji ber bûye mijareke girêdayî dewletên cîhanê û rêjîma Sûriyeyê jî. Madem ku armanca me yekitiya xaka Sûriye ye, rizgarkirina Efrînê dê ji hemû herêmên ku Tirkiyeyê dagir kirine re nameyek be. Armanc û erka me ya sereke rizgarkirina Efrînê ye.

Wekî din mijarên ku we li hev kirin û yên we li hev nekirin, çi ne?

Bêguman, li gel me û li gel wan mijar girêdayî rewşa xizmetguzariyê hene. Mijara bendava Firatê yek ji xalên ku nîqaş li ser hate kirin, mijara tenduristiyê û sicilên sivîl ku divê her du alî çareseriyê peyda bikin. Her wiha mijara rêveberiyên xweser û yên herêmî beşek jê hate nîqaşkirin.

Me pêşniyarên xwe pêşkêşî wan kirin, wan pêşiyar kir ku komîteyek ji her du aliyan were avakirin da ku diyalogan berdewam bike û bigihîjin armancê.

Kaxeza Sûriyeyê mijara civînên Astana, Cinêv, Riyad û Stenbol û hwd. bû, lê tu çareseriyeke ji aloziyê re peyda nekirin. Di dema ku ev civîn dihatin lidarxistin de me serkeftinên xwe diparast û ji gelek pirsgirêkan re çareserî peyda kir.

We qala avakirina komîteyan ji her du aliyan kir, ev komîte çi ne û erka wan çi ye?

Li Bakurê Sûriyeyê 3 rêveberiyên xweser û 4 rêveberiyên herêmî hene. Di civînê de lihevkirin pêk hat ku komîteyek ji MSD‘ê û yek ji rêjîmê werin avakirin da ku mijara van rêveberiyan bişopînin, her wiha mijara rêveberiyên herêmî ya qanûna 107’an.

Ev komîte dê nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî aliyên têkildar bike da ku bigihîjin lihevkirinan li gorî razîbûna her du aliyan. Em ji her kesî re dibêjin ku civînên me yên bi rêjîmê re, tenê di çarçoveya diyalogan bû, diyalog hêna hîn di gavên xwe yên destpêkê de ye.

Sûriyê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe. Ji ber mudaxeleyên derve û serhişkiya rêjîmê azar bi serê me de hatin. Sûriyeye kirin kabûseke mezin û tuneleke tarî. Em bi çareseriya siyasî û diyalogan re ne, ji ber ku riya dirûstin. Divê em ji ejnîdeyên derve û berjewendiyên kesayetî dûr bikevin û diyalogên Sûrî-Sûrî pêk bînin.