حركة المجتمع الديمقراطي

Dengbêjê ermenî bi kilaman dîroka Komkujiya Ermeniyan vedibêje

132

Dengebêjê ermen Aprîham Bûxîsiyam ku malbata wî ji Komkujiya Ermaniyan xilas bû, 45 sal e erebeyan temîr dike û li dijî windakirina çanda ermeniyan dengbêjiya xwe didomîne.

Gelek çîrokên pêkhateyên ermenî û suryaniyên rojavayê Kurdistanê hene. Êş, xemgînî, hêrs û berxwedan… Yek ji wan çîrokên biêş jî ya malbata Bûxîsiyam e. Di sala 1915’an de Dewleta Osmanî li dijî pekhatêyên ermenî, suryan û êzidî komkujî pêk anîn. Her wiha di nava komkujiyê de 1,2 milyon ermenî hatin qetilkirin. Ermenî, suryanî û êzidiyên ku ji komkujiyê rizgar bûn, koçberî rojavayê Kurdistanê bûn. Malbata Bûxîsiyam sala 1918’an ji bajarê Êlih navçeya Xerzan ya bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê bû.

Aprîham Bûxîsiyam di sala 1966’an de li koçberiyê li bajarê Qamişlo ji dayik dibe. Komkujiya ku Dewleta Osmanî li ser pêkhateyan çêkir ji çîrokên parvekirina dayik û bavê xwe fêm kir û heya niha li dijî neteweperestiyê çanda ermeniyan didomîne.

Dû xaltîk û mamê Aprîham tên qetilkirin

Dewleta Osmanî li ser ermeniyan bihara sala 1915’an heta payîza sala 1916’an nîjadkujî pêk anî. Pêkhateyên ermenî wê nîjadkujiyê bi navê “Medz Yeghern” (Komkujiya Mezin) pênasê dikin. Di nav wê nîjadkujiyê de 2 xaltîk û mamê Aprîham bi destê Dewleta Osmanî hatin qetilkirin. Her wiha Aprîham li ser qetilkirina xaltîkên xwe wiha dibejê: “Her du xaltîkên min ku temenên wan 13-15 bû, Dewleta Osmanî li meydana Xerzanê ser jê kirin.”

Malbata  Bûxîsiyam li dijî hemû neteweperestiya Dewleta Osmanî baweriya xwe domand û di sala 1918’an de li gundê Mêharka yê girêdayî bajarê Qamişlo dêra yekemîn a bi navê Marmarîtta ava kir. Li wir ristên baweriyên xwe berdewam kirin.

Di 15 saliyê de ji dengbejên kurd û ermenî fêrî dengbêjiyê dibe

Aprîham Bûxîsiyam di 12 saliya xwe de ji bo pêdiviyên malbatê li gel hostayê ermenî yê ku karê temîra erebeyan dike, dest bi kar dike. Aprîham di milê hunerî de jî xwest xwe bi pêş bixê û di 15 saliya xwe de ji dengbejên kurd û ermen fêrî dengbêjiyê dibe. Hin ji wan dengbêjên kurd ên bi nav û deng wekî Rifatê Darê, Silo Koro, dengbejên ermenî yên bi navê Îskender, Berhûnel Nader, Bedros fêr dibe. Aprîham piştî 10 salan li taxa Kornîş dikana temîra erebeyan vedike. Li vir hunera dengbêjiyê jî didomîne.

Bi kurdî û ermenkî stranan dibêje

Di sala 1969’an de bavê Aprîham wek mîrate jê re gramofonê dihêle. Her wiha Aprîham li ser gramofonê(Fonograf) dengê xwe qeyd dike û nêzî 100 kasetan çêdike. Aprîham wan kasetan wek arşîv di nava dikana xwe de diparêze. Aprîham bi zimanê kurdî û ermenkî stranan dibêje û li ser stranên ermenkî jî ev tişt anî ziman:“Ew gramofon ji bavê min heya zarokên min dê bimîne. Stran hestên min tînin ziman. Êşên ku bi hezar salan ermeniyan kişandin, di dengbêjiyê de diyar dibin. Heke stran nebin mirov jî nabe. Dema ku ez distrêm hemû êşên ku ermeniyan kişandine, parve dikim. Dîrok di dengbêjiyê de veşartî ye.”

Aprîham dikana xwe wek cihê stran û kar bi kar tîne. Beşek ji dikanê wekî arşîva stranan çêkiriye û dibêje ku ez ne dev ji karê xwe ne jî ji çanda dengbêjiyê berdidim.

‘Sîstema Rojava li dijî neteweperestiyê ye’

Li rojavayê Kurdistanê gelek pêkhatê di nav jiyana hevbeş de dijîn. Aprîham jî li ser jiyana li rojavayê Kurdistanê dibêje ku tiştê Dewleta Osmanî û niha jî dewleta tirk dixwest li wan ferz bike, lê belê li Rojava azad dijîn û wiha pê de çû: “Pêkhateyên kurd, ereb, suryan, aşûrî wekî bîra dijîn. Tu neteweperestî di nava me de tune ye. Hemû pêkhate li gorî bawerî û olên xwe bi azadî dijîn. Tiştê ku dewletên neteweperst ferz dikirin, di sîstema rojavayê Kurdistanê de bin ket.”