حركة المجتمع الديمقراطي

Kadar Pîrî: Tirkiye hewl dide Bakurê Sûriyeyê xirab bike

90

Rêveberê Saziya Kurdên Bêsînor Kadar Pîrî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi riya dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablus, Ezazê hewl dide herêmên Bakurê Sûriyeyê xirab bike, beriya ku projeyên demokrasiyê li herêmê berfireh bibin. Pîrî got ku pergala nenavendî çareseriya herî guncaw e.

Rêveberê Saziya Kurdên Bê Sînor Kadar Pîrî têkildarî rewşa dawîn li Sûriyeyê, êrîşên li Siwêdayê pêk hatin û hevdîtinên di navbera MSD û rêjîma Sûriyeyê de bersiva pirsên ajansa me ANHA‘yê da.

*Başûrê Sûriyeyê, di rojeva cîhanê de ye, bi taybet îtîfaqên Amerîka, Rûsya, Îsraîl, Urdun û Îranê, di nêrîna we de li gel van lihevkirinan rewş ber bi ku derê ve diçe?

Tiştên ku li başûrê Sûriyeyê derketine bi taybet herêmên li ser sînorê Îsraîlê ne dûr bû, lihevkirinên Sûriye, Rûsya, Amerîka, Îsraîlê jî ji bo parastina ewlekariya Îsraîlê bû.

Hemû aliyan li ser ewlekariya Îsraîlê li hev kir, lê belê ev îtîfaq pêk hat. Helwesta Amerîkayê diyar bû, ji hêzên çekdar re got ku rewşa xwe îdare bikin. Di heman demê de tehemula aboriya Urdunê ji bo pêşwazîkirina penaberan nema, ji ber vê yekê îtîfaq di navbera hemû aliyan de bû. Li vir jî Îsraîl daxwaza mayina rêjîmê li ser sînor kir ku ji beriya du salan ve sînor diparast, berevajî ku rêjîm îdia dikir û digot ew amade ne şerê Îsraîlê bikin, lê ev îdia axaftinên vala bûn, ji ber ku rêjîmê ewlekariya Îsraîl diparast, îtîfaq hemû ev bû.

*Di demên dawîn de li dijî Suweydayê êrîşek ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hat kirin. Li gorî we ev êrîş çima di vê demê de hat kirin, mijara Suweydayê çima niha ketiye rojevê?

Suweyda ji destpêka şoreşê ve xwedî helwest bû, ji aliyekî ve hewl dida xwe ji pirsgirêkên rêjîmê biparêze û ji aliyekî din ve ji pirsgirêkên komên çekdar û opozîsyona Sûriyeyê dûr bike. Hin kes derketin xwestin xwe wek nûnerên gelê Suweydayê û dirûzan nîşan bidin, bi taybet ji opozîsyonê bû, lê ew hewldanên wan bi ser neketin.

Suweyda xwedî taybetmendiyek e, li aliyekî nakokiyên kevn di navbera wê û cîranên wê yên ereb an jî eşîrên koçerên ereb de heye. Rêjîm her tim hewl dida koçeran li hemberî şêniyên Suweydayê sor bike. Lê teqînên dawîn diyar dike ku Sûriye bi kêmanî ber bi rêveberiyên xweser ve diçe, dîsan jî rêjîm dixwest Suweydayê di bin sîwana xwe de bihêle, ne ji ber ku ji Suweydayê jî hez dike, lê belê ji bo ku gelê wê bikişîne bi aliyê xwe ve.

Em dibînin ku çeteyên DAIŞ‘ê yên ku êrîşî Suweydayê kir, heman çeteyên ku rêjîmê ew birin Yermûk a girêdayî Suweydayê û ew li wê herêmê hiştin, rexmî ku rêjîm û Rûsyayê dikarîbûn wan tune bikin, lê ew li wir hiştin da ku wan rojekê li dijî gelê Suweydayê bi kar bînin û xwe wek parêzvanê dirûzan diyar bikin. hHer wiha nîşan bide ku dirûz kêmnetew in û nikarin parastina xwe bikin. Dema ku me xwe gihand gelê Suweydayê ji me re diyar kirin ku ev êrîş bi haydariya Rûsyayê pêk hat, ji ber ku şêniyên Suweydayê şandeyên rêjîmê û Rûsyayê qebûl nekirin.

*Tê gotin ku civîn û proje têne pêşkêşkirin da ku formekê ji îtîfaqên di dosyaya Sûriyeyê de çêkin, lê heya niha tişt nehatiye aşkerakirin. Di nêrîna we de her hêzek çi dixwaze?

Helbet, di dosyaya Sûriyeyê de her tim îtîfaqên bi xetên qalind di navbera hemû aliyan û dewletên mezin wekî Rûsya û Amerîkayê de hene. Tirkiye ji bo yek armancî; ew e ku kurdên Sûriyeyê negihîjin mafên xwe.

Lihevkirênên herî diyar di civîna Helsînkiyê ya di navbere Pûtiî û Trump de derdikeve, ku tu kesî behsa wê nekir, wekî din jî daxuyanî ji aliyê şandeya Sûriyeyê ve derneket. Wê demê em nas dikin ku dema lihevkirinên veşartî hebin daxuyanî nayê dayîn û civîn hema wisa bê encam derbas dibe. Ez texmîn  ku di hevdîtinên Helsînkiyêyê de lihevkitinên pir mezin li ser Sûriyeyê çêbûne. Hebûna Amerîkayê êdî bûye rewa ne wekî ku digot ku dê vekişe.

Mijara ku herî zêde em balê bikişînin ser, rewşa Tirkiyeyê, Îsraîl daxwaz dike ku Îran dûr were xistin, Rûsya jî li ser vê yekê erê dike ku Îran ji sînorê Îsraîl dûr bike. Hemû bi çavê biyanî li Tirkiyeyê dinerin. Dibînin ku dagirkeriyê divê li hemberî wê were sekinandin, rexmî ku lihevkirin di navbera Rûsya, Tirkiye û rêjîmê de heye. Rêjîm dibîne ku rewşa Tirkiyeyê ne wekî ya Îranê ye, ji ber ku rêjîm hebûna Îranê li gorî pîvanên navdewletî rewa û aşkera dibîne.

*Di nêrîna we armanca destwerdana Tirkiyeyê di Sûriyeyê de çi ye?

Tirkiye bejwendiyên xwe di Sûriyeyê de dibîne. Ji destpêka aloziyê ve hemû rêbaz bi kar anîn da ku xelkên Sûriyeyê bide koçberbikin, her wiha binesaziya Sûriyeyê ya aborî rûxandin bi taybet li bajarê Helebê, ji ber ku dixwest Heleb heya bajarê Mûsilê bigire. Serokê Tirkiyeyê Erdogan aşkera got ku ji Helebê heya Mûsilê mafê wê ye yê ji Peymana Sykes-Picot. Lê ji ber nakokî di siyasetên dagirkeriya Tirkiyeyê de heye, li hemberî dîktatoriya wê tê. Berê ku dijminê Rûsyayê bû, niha bû hevalê wê, ji dijmin Îranê bû hevalê wê, heman tişt ji bo rêjîma Sûriyeyê jî.

Li vir diyar dibe ku kurd siyaseta xwe bi awayekî durist ava dikin. Projeyên kurdan planên Tirkiyeyê yên di Sûriyeyê de asteng dike.

Tirkiye ji destpêkê ve dijminahiya kurdan dike, şerê projeya demokratîk li herêmê dike. Em dibînin ku Tirkiyê dîktatorê herî mezin li Rojhilata Navîn e.

*Di demên dawî de guhertinên nû çêbûn, yek jî serdana MSD‘ê ji bo Şamê, hûn vê gave çawa dinirxînin?

Diyalog çawa be, bi çi şêwazî be ji şer baştir e. Çûyîna MSD‘ê ya ji bo Şamê gaveke pir baş e. Lê ez dixwazim îşaret bi tişekî bikim, divê MSD wekî siyasetmedaran ku qas ji sedî 30 Sûriyeyê bi rêve dibin nêzî Şamê bibe, her wiha ji ber ku nûneretiya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dike,  ji vê rêveberiyê tê xwestin ku xwe feriz bike ku eniyeke siyasî ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyeyê dixebite. Di heman demê de jî heger çareyeke hebe divê bi lihevkirinên hemû aliyan pêk were.

Rêjîm jî wekî berê nemaye, lawaz e, dixwaze xwe ji cîhanê re bide diyarkirin ku hîna bi hêz e. Lê QSD‘ê li ser asta Sûriyeyê di hemû aliyan de bi hêztir e. Herêmên ku ku aliyê QSD û MSD‘ê ve têne parastin gelek siyasetmedarên Sûriyeyê lê hene, rexmî kêmderftan û ambargoyê jî baştir e.

*Gelek civîn, kongre hatin lidarxistin, lê tevî vê yekê jî yek jî encam negirt. Di nêrîna we çareserî dê çawa pêk were?

Di qenaeta min de rêbaza herî guncaw ji bo çareseriyê nenavendîbûyîn e ku hêviyên gelê Sûriyeyê bi cih bîne, ji ber ku di nenavendîbûyînê de dîktatorî nîn e, desthilatdariya li ser gel û koletî tune ye.