حركة المجتمع الديمقراطي

‘Çareserî di destê gelê Sûriyeyê de ye‘

97

Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî Ehmed El-Dirzî diyar kir ku êrîşa li Suweydayê armanca jê ew bû ku eniya başûr tevlihev bike û destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê de ye û bêyî danûstandinên Sûrî-Sûrî ne pêkan e.

Siyasetmedar û nivîskarê Sûrî- Sûrî Ehmed El-Dirzî li ser geşedanên dawîn li Sûriyeyê bi taybet êrîşên li ser Suweydayê û hevdîtînin MSD’ê û rêjîma Sûriyeyê li Şamê bersiva pirsên ajansa me da.

El-Dirzî anî ziman ku Tirkiye piştî ku Yekitiya Ewropa derî li pêşiya wê girt, berê xwe da başûrê Sûriyeyê da ku serweriya xwe li ser Sûriyeyê û Iraqê ferz bike, paşê jî berê xwe bide bakurê Afrîkayê û got ku rêjîma Tirkiyeyê di xerabûna li Sûriyeyê de roleke sereke dilîze.

Hevpeyvîn wiha ye:

Di demên dawîn de, bûyerên girîng li başûrê Sûriyeyê rûdan, îtîfaq di navbera Rûsya, Amerîka, Îran, Urdun û Îsraîlê de çêbûn, gelo dê rewş ber bi ku derê ve biçe û her aliyek di vê îtîfaqê de dixwaze çi qezenc bike?

Bûyerên li başûrê Sûriyeyê rûdidin guhertina hevsengiyên hêzên navdewletî diyar dike. Rûsya û hevalbendên wê ev rewş ferz kir ku ne li gorî berjewendiyên Îsraîlê be. Li vir Hizbullah jî beşdarî şerê li başûr dibe, her wiha Îran û hevalbend û şêwirmendên wê li başûrê Sûriyeyê hene. Bi van guhertinan herêm veguherî kaxezeke di destê rêjîmê û hevalbendên wê de, da ku fişarê li Îsraîlê bike ku ji Colanê vekişe li beramberî ku Îran û Hizbullah 100 km dûrî Colanê bikevin, Îsraîl ev yek red kir. Bi giştî em dikarin bibêjin ku rojeva navdewletî başûrê Sûriyeyê be ku dê rol û xeta her hêzekê diyar bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve êrîş li dijî Suweydayê nehatin kirin, ji ber ku ne hêzên rêjîmê û ne jî komên çekdar hebûn. Gelê Suweydayê rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Piştî ku şandeya rêjîm û Rûsya çûn û gelê wir qebûl nekir ku rêjîm derbas bibe, êrîşa DAIŞ’ê pêk hat, piştperdeyên vê yekê li gorî we çi ne?

Gotin û dîtin ne wekî hev in. Suweyda rexmî taybetmendiyên wê û îtîrafa bi dadgeha wê ya taybet bi rewşên medenî û karûbarên olî rêveberiya xwe ya xweser çênekiriye.

Mijara din girêdayî parçebûna civaka Suweydayê di navbera du şepêlên cuda de. Şepêla dewletê ku hejmar pirtir e û rêxistin kêmtir e, ji ber nebesiya rêveberinê ji aliyê zilamên dewleta Sûriyeyê ve. Şepêla din a Welîd Cunbilat e, hejmar kêmtir e û rêxistin zêdekirin ku dikarî bi cebhet El-Nusra û rêxistinên din re li hev bike da ku Suweyda ji êrîşê taîfî dûr bixe li beramberî ku desthilatdariya dewletê derkeve.

Mijara sêyemîn jî girêdayî  rêxistina DAIŞ’ê ye ku ji hevdîtinên di navbera aliyê berê dûr bûye, ji bargeha Tenef a di bin rêvebertiya Dewletên Yekbûyî de û herêmên din ên bakurê rojhilatê Suweydayê dest pê kir. Armanca êrîşan ew e ku eniya başûr û kaxezan li Suweydayê, berfireheya ber bi Colanê, bakurê Filistînê, Çiyayê Lubnanê, herêmên Merceiyon û Hasbînî ve tevlihev bike.

Tê îdiakirin welatên hêzên wan di Sûriyeyê de hene, li hev kirine, lê heya niha tiştekî wisa aşkera nebûye. Gelo ev îdia heya kijan radeyê rast in, heger lihevkirin hebin jî çi ne? Bi taybet Rûsya hewl dide rêveberiyên xweser li Sûriyeyê ava bike û destûreke nû amade kiriye?

Belê lihevkirin hene, lê ne li ser esasê kî bi ser bikeve yanî kî bi bin bikeve. Lê li ser esasê hemû serkeftiyan û binkeftiyan e. Ji bo vê jî dem pêwîst e ta hazirtiyên şanoya siyasî bikin. Li aliyekî din jî astengî ji aliyê binkeftiyên mezin têne derxistin, Îsraîl heya niha ti tişk bi dest nexistiye û Siûdî Erebistan jî dixwaze berjewendiyên xwe li Yemen, Îran û Sûriyeyê de pêk bîne.

Ji bo destûr jî, hewlesta ji aliyê Rûsyayê ve dibe ku hin guhertinên meydanî çêke û wekî roleke sereke îtîraf pê bê kirin, hebet ev jî bêyî Şamê çênabe, li aliyekî din jî rola Îran a bejahî û Tirkiyeyê. Ev hemû hişt ku Rûsya dev jî destûra ku beriya zêdeyî 5 salan, an jî ya 2012’an pêşkêş kiribû berde û guhertinên nû lê zêde bike. Dibe ku ev destur roleke erênî di çareseriyê siyasî de, bi giştî û ji bo gelê kurd bi taybet bilîze.

Dewleta tirk ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve dest di Sûriyeyê werdide, herî dawî hin herêmên bakurê Sûriyeyê dagir kirin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji wexta ku Yekitiya Ewropa derî li pêşiya tirkan girtin, tirk hewl didin serweriya li Sûriyeyê, Iraq, paşê jî bakurê Afrîkayê ferz bikin û xeyalên Împratoriya Osmaniyan bi rengekî nû vegerînin. Tirkiyê roleke sereke di xirabûne di Sûriyeyê de list. Em dikarin hin mînakan bi bîr bixin, avakirina bargehên leşkerî li ser sînor,  dikarî Efrîn, Cerablus, Bab dagir bike û aboriya Sûriyeyê bi rûxîne, her wiha gelan li hemberî hev sor bike û beşek ji ereb û tirkumen bikişîne bi aliyê xwe ve.

Di demên dawîn de, şandeyeke MSD’ê serdana Şamê kir û hevdîtin bi rêjîmê re kirin. Her du aliyan li ser avakirina gelek komîteyan li hev kir. Di nêrîna we de pêwîstî bi lihevkirinan heye da ku sînorek ji aloziyê re were danîn û van hevdîtinan çawa dibînin?

Ji ber ku projeya Tirkiyeyê xeteriyeke mezin li ser Sûriyeyê ye pêwîst bû ku Şam û MSD li hev kom bibin û giraniya xebata xwe bidin çawaniya têkbirina vê projeyê, li hev kom bûn da ku Tirkiye bi awayekî ne zindî alavên îslamiyeta tundiraw tesfiye bikin û dê yekser jî li hemberî wan li Efrîn, Cerablus û Babê bisekin. Ev yek ji wan û hemû hêzên niştimanî tê xwestin ku bi projyeke hevbeş derkevin da ku rê li ber rijandina xwînê bigirin.

Ji bo bidawîkirina aloziyê çareya herî guncaw çi ye, hûn diyalogên Sûrî -Sûrî çawa dinirxînin û banga we ji bo gelê Sûriyeyê çi ye?

Çareya herî guncaw di destê gelê Sûriyeyê de ye, ne bi xwespartina bi hêzên derve ye. Ev yek jî ancex bi dilyalogên Sûr-Sûrî pêk were.

Beriya her tişt di Sûriyeyê de bifikrin, Sûriyeke yekbûyî, serbixwe û xwedî biryar û aştiyan û di zimîna diyalogên Sûrî- Sûrî bifikrin. Di tecrûbeyên ku aliyên derve li Lubnan û Iraqê de kirine û welat xirab kirine bifikrin.