حركة المجتمع الديمقراطي

‘Tirkiye ji bo gelê Sûriyeyê têkiliyên xwe bi Rûsyeyê re xirab nake‘

99

Nivîskar û akademîsyenê ji Suweydayê Dr. Mûhîb Salha anî ziman ku di her demekê de ku Tirkiye û Rûsya li hev dikin, gelê Sûriyeyê fatoreya lihevkirinên wan dide û wiha got: “Di mijara Idlibê de Tirkiye têkiliyên xwe bi Rûsyayê re ji bo gelê Sûriyeyê xirab nake. Ji ber ku her du jî girîngiya têkiliyan, nemaze yên aborî baş dizanin û dê Sûriye nebe mijara nakokiyên wan, madem dikarin berjewendiyan di nav xwe de dabeş bikin.”

Nivîskar û akademîsyenê ji Suweydayê Dr. Mûhîb Salha li ser geşedanên dawîn li başûrê Sûriyeyê, girêdayî wê amadekariya operasyonê li Idlibê ji aliyê hêzên rêjîmê ve, bersiva pirsên me da.

Hûn geşedanên li herêmên başûrê Sûriyeyê çawa dinirxînin?

Xuya ye ku mijara Sûriyeyê ber bi bidawîbûnê ve diçe. Lê xebatên siyasî dê ji yên leşkerî girêktir bin. Mudaxeleyên derve, nemaze mudaxeleyên leşkerî ji aliyê Rûsyayê ve maseya leşkerî, paşê jî ya siyasî qulipand. Di çarçoveya Astanayê de bi şirîkên xwe Îran û Tirkiyeyê re û di bin çavdêriyeke xurt ji aliyê Dewletên Yekbûyî yêm Amerîkayê de, li pişt perdeyê de Îsraîl, dest bi lihevkirinan kirin.

Li gel geşedanên li başûrê Sûriyeyê, tê gotin ku rêjîma Sûriyeyê amadekariyên operasyonan li parêzgeha Idlibê dike. Di nêrîna we de heger rêjîma Sûriyeyê operasyonê bide destpêkirin ev yek dê mîna herêmên din bi lihevkirinan be, yanî jî vebijêrka leşkerî pêk were?

Mijara herêmên kêmkirina şer di encama Astanayê de derketin. Ev mijar tenê ji bo demekê bû. Ji ber ku  welatên mudaxele di Sûriyeyê de dikirin hewcedarî demekê bûn ku amadekariya siyasî pêk bînin. Heleb bi erêkirina Tirkiyeyê radestî Rûsyayê hate kirin li beramberî wî ku Tirkiye Cerablus, Ezaz û Babê bigire û derbasbûna hêzên Tirkiyeyê li bakurê rojavayê Sûriyeyê heya radestkirina Xûtaya Rojhilat li beramberî radestkirina herêmên başûr, li beramberî dûrxistina Îranê ji Sûriyeyê. Êrîşa DAIŞ’ê ya xedar a li dijî sivîlên gundewarên bakurê rojhlatê Cebel El-Ereb a li beramberî çolistana Sûriyeyê pêk hat. Çeteyên DAIŞ‘ê bi otobusên kesk veguherandin rojavayê Qelemûn û Wargeha Yermûk û Kevirê Reş. Veguhestina çeteyên DAIŞ‘ê ber bi herêmên navborî ve bi hevkariya ewlekariya hêzên rêjîmê û Hizbullahê pêk hat.

Gelo dê helwesta Tirkiyeyê ji bo operasyona rêjîmê ya li Idlibê çi be?

Di heman demê de Tirkiyeyê nameyek ji Rûsyayê re şand ku navê kaxeza spî lê kiribû. Name girêdayî mijara Idlibê bû. Li gorî wê Tirkiye dê çekên giran û navîn deyne û artêşeke niştimanî ji komên li Idlibê bi cih bûne ava bike, her wiha saziyên dewleta Tirkiyeyê dê derbasî herêmê bên kirin. Ev nexşerêya Idlibê mîna ya li herêmên rojhilata Firatê ye ku bi desteka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê tê birêvebirin. Rojnameya Yenî Şafak a Tirkiyeyê îdiayek der barê lihevkirinên Rûsya-Tirkiyeyê de li ser radestkirina Helebê ji bo Tirkiyeyê belav kir. Pêşkêşkirina vebijêrka siyasî li ser ya leşkerî ku mîna Xûtaya Rojhilat û herêmên başûr ne hêsan be. Li Idlibê 3.5 milyon kes dijîn û zêdetirî 200 hezar çekdarên ku desteka xwe ji dewletên herêmî wekî Tirkiyeyê digirin, hene. Heke Tirkiye dest ji Idlibê berde, mîna ku Odeya Çalakiyan a Mok dest ji herêmên başûr berde, lê berdêlên destjêberdanê hene, Tirkiye dixwaze ji Rûsyayê li bakur, rojava û rojhilatê Sûriyeyê bide ser hesabê kurdên sûrî.

Bandora operasyona li Idlibê li ser têkiliyên Tirkiye – Rûsyayê çi be, her wiha dê operasyon bibe sedema qutkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de, nexasim herêma dawîn a kêmkirina şer e, piştî ku rêjîma Sûriyeyê herêmên din girtin?

Di her kêliyekê de ku Rûsya û Tirkiye li hev dikin, gelê Sûriyeyê fatoreya lihevkirinên wan dide. Vê carê jî di mijara Idlibê de têkiliyên wan ên xirab nabe. Her du alî girîngiya têkiliyan nas dikin, bi taybet di aliyê aborî de, dê Sûriye nebe mijara nakokî û qutkirina wan ji hev, madem her du dizanin çawa berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de dabeş bikin. Tişta ku Tirkiyeyê di Sûriyeyê de ji Rûsyayê girt, yeqîn nedikir ku ji Amerîka bigire. Lê di encamê de dibe ku hevkarî di navbera her du welatan de li gelek herêmên bakurê rojava, heta Idlibê, gundewarên Hemayê, bakurê Laziqiyê xurttir bibe. Heger lihevkirinên navdewletî li bakurê Sûriyeyê di navbera Amerîka, Rûsya, Tirkiyeyê, anîli başûr di navbera Amerîka, Rûsya, Îsraîl û Îranê de çêbe dê terora navdewletî li Sûriyeyê bi dawî bibe yan jî derbasî devereke din bibe.

Gelo dê pêngava Idlibê bibe destpêka bidawîbûna terorê “opozîsyonê” û bidawîbûna aloziya Sûriyeyê?

Heke diyalogên navdewletî tu encamê negirin, helbet dê terorê erka xwe li başûrê Sûriyeyê, heta çolistan û bakur pêk bîne, dê Idlib bibe mîna tîrabora Afganistanê, her wiha dê terora ji her dewletê lê were şixulandin. Heger lihevkirinên siyasî pêk neyên dê alozî çareser nebe û rijandina xwînê bi dawî nebe.