حركة المجتمع الديمقراطي

Foza Yûsif: ‘Lozan’ rêya netewedewletê sererast kir

128

Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif diyar kir ku Peymana Lozanê li herêmê rêya netewedewletê sererast kir û bi demê re veguherî asteke ku gelê xwe bihêre, li ser vê yekê pêwîstî bi sîstemeke nû heye ku gel ji dijminan xelas bike, lewre jî sîstema neteweya demokratîk hate pêşniyarkirin da ku gel ji şer xilas bibi.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li ser Peymana Lozanê, encam û bandora wê li ser gelê Tirkiyeyê û rewşa Kurdistanê, her wiha rola tevgerên gel ên li hemberî peymanê hevpeyvîneke bi hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif re kir.

Hevpeyvîn wiha ye;

*Li gorî we şert û mercên ku bi mohrkirina Peymana Lozanê re bi encam bûn çi ne?

Di wê demê de Dewleta Osmanî di aliyê siyasî, civakî, çandî û aborî de hilweşiya, jê re dihat gotin “zilamê nexweş”. Osmanî û hevalbendên wê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi bin ketin, dewletên ku di şer de bi ser ketin, şertên xwe li ser wê ferz kirin, destpêkê di Sêverê de û paşê jî Lozanê Tirkiyeya osmanî dabeş kir. Peyama Sêver ku mafê serxwebûnê dida hemû gelan, ji aliyê dewleta osmanî ve nehat qebûlkirin, Kemal Ataturk jî ev yek mîna cezayê dervekirina wan wesif kir.

Ataturk di bin navê “Şerê Rizgarkirinê” hêzeke hevbeş ji tirk û kurdan ava kir, da ku herêmên ku ji dest wan hatine xistin vegerînin û dikarî kurdan îqna bike, digot ku dê mafên kurdan bide wan û dê beşeke ji komara Tirkiyeyê bin. Belê, bi tevlêbûna kurdan gelek herêm vegerandin, li ser vê yekê dewletên ku Peymana Sêver mohr kiribûn, neçar man ku peyameke nû îmze bikin da ku rê li ser êrîşên tirk û kurdan ku bi serkêşiya Kemal Ataturk tê meşandin, bisekinîn, her wiha ji tirsa ku di navbera Ataturk û Yekitiya Sovyetê de peyaman were çêkirin û li wan biqulpe.

Li ser vê yekê Peymana Sêver ku neket meryetê de hate îbtalkirin. Di 23‘ê Tîrmeha 1923‘yan de Peymana Lozanê hate îmzekirin, peyama nû têkildarî mafê kurdan ti bend nehat gotin û qalkirin. Tenê di çarçoveya hin madeyên giştî de ku mafê hemû welatiyên Tirkiyeyê bê cûdahiya netew, çand û zayend werin parastin, hatin danîn. Hemû sozê ku bi kurdan re hatibûn dayîn li ber ba çûn, êdî merheleya înkirina kurdan ku heya niha didome, hate destpêkirin.

*Hûn encamên vê peymanê çawa dinirxînin, di gel têkçûna Tirkiyeyê ya beriya 95 salan?

Di nêrîna min de, encamên peymanê ji bo Tirkiyeyê karesatek bû, ji ber heya niha hê jî bi aram nebûye, di wê demê de wekî dewleta derbeyan dihat dîtin. Navê komarê tenê xame li ser kaxezê ma, ji ber ku xebat mîna sîstemeke komarî ber çavan nehate derbasî kirin, berevajî wê netew –dewlet pêş ket, mafê hemû nasnameyan hate înkarkirin û nasnameya Tirk li ser her netewî hate ferizkirin, di encamê de nakokî di navbera dewlet û welatî de, dewlet û pêkhateyan û dewlet û baweriyan de rû dan. Di nava 95 salan de komkujî der heqê kurd, elewî û tirkên ne alîgirê dewletê de hatin kirin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de aşîtî tunebû, lê belê dîroka komkujî, dîroka şerê bi gelê Tirkiyeyê û gelên din ji aliyê tirkên spî ve.

*Peymana Lozanê çawa bandor li ser rewşa Kurdistanê kir, her wiha rola tevgerên gel ên li dijî peymanê, bi taybet projeya neteweya demokratîk?

Ev peyam bi hemû wateyên xwe bi aramanca ku kurd li derveyê nexşeya siyasî bimînin hate îmzekirin. Bi rengekî din jî em dikarin bêjin; ev peyamana ku di navbera Komara Tirkiyeyê û Împratoriya Brîtanyayê de hate mohirkirin ji peymanên herî xeternak e ku bû encama xêzkirina sînor di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, peyman bedena Kurdistanê parçe kir. Çarçoveya siyasî ya vê peymanê nehat diyar kirin, lê biryara wê tesfiyekirin bû. Rûsya û Engltra bi dewletên mêtîngerên Kurdistanê re li ser tesfiyekirina tevgerên kurdan lihev kirin. Wekî Tevgera Simko, Tirkiyeyê û Brîtanyayê bi alîkariya Şahê Îranê tevger tesfiye kir, Tevgera Mihemed Berzencî li Başûrê Kurdistanê hate tesfiyekirin.

Helbet, rewşa îro ji yên wê demê de dûr e. Şerekî nû yê parçekirin û dabeşkrin li herêmê heye, qanûnên Lozanê li her çar parçeyên Kurdistanê  di meryetê de ne. Wekî gelê divê em pêvajoyê baş bi nirxînin û ji tecrûbeyên berê sûdê werbigrin, da ku em di heman trajîdiyê re derbas nebin. Heger em bi fikirin ku hedefgirtina gelê me li Bakurê Kurdistanê hedefgirtina partiyekê ye û heman tişt girêdayî Başûr jî em derbasî gelek şaştiyan bibin. Divê em hîn bibin ku hedefgirtina parçeyekî tê wateya hedefgirtina parçeyên din e. Nasnkirina dîrokê gelekî girîng e, heger me rewşa tevgerên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derketine û çawaniya hatin tesfiyekirin em ê rastiya îro nas bikin.

Hewcedariya me bi stratîjiyeke dirust heye da ku şertên peymana Loza derbas bikin, stratîjiya Neteweya Demokratîk derman e, ku em li hemberî jehra netew- dewelet bisekinin. Ji ber ku Peymana Lozanê riya netew-dewlet li herêmê sererast kir, û bi demê re bû aş û gelê xwe hêrand. Pêwîstiya me bi pergaleke nû heye ku gelê me ji dijminan xelas bike, her wiha nasnameyên kujertiyê ku rojane kuştinê dikeve veguherîne nasnameya aşîtiyê. Lewra neteweya demokratîk, ango dewleta ne merkezî, dewleta demokratîk dê gelê me ji şer û komkujiyan rizgar bike. Polîtîkeyên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê û Iraqê zindîkirina Mîsaqî Milî ye.

*Di nêrîna we de gelo Tirkiye îro hewl dide tiştên di encama peymanê de winda kirine vegerîne? Gelê kurd dê çawa van peymanan têk bibe?

Xewna Tirkiyeyê serdema Dewleta Osamî zindî bike, her wiha hewl dide Mîsaqî Millî vegerîne. Lê şert û mercên navdewletî rê nade û hevsengiyên heynî ne guncaw e ku xewna wê pêk were. Ev yek nayê wê wateyê ku Tirkiyeyê dev ji xewna xwe berdaye, lê destwerdanên wê di Sûriyeyê û Iraqê de rastiya vî tiştî diyar dike.

Li ser pirsa kurd wê çawa van pilanan vala derxînin, em dikarin bi çend gotinan kurt bikin. Di serî de divê berjewendiyên niştimanî li ser her tiştî were girtin, paşê divê kar li gorî stratîjiyeke yekbûyî ku mafên gelê kurd were mîsogerkirin, were kirin.

Her wiha rêxistinkirina civakê di her aliyan de girîng e, divê em rêbazên jiyana hevbeş derxînin pêş û li dijî peymanên ku pêşeroja me hedef digire stratîjiyeke hevpar deyînin.

Her wiha me rêgeza parastina rewa paşguh nekirin, berevajî wê em xurt bikin û ji ber ku girantiyên destûrî û navdewletî û çareseriyên siyasî tune, em dikarin madeyên din zêde bikin, lê di baweriya min de yên sereke ev in.