حركة المجتمع الديمقراطي

‘Em ji rizgarkirina Efrînê re amade ne’

95

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê di 2 civînên cuda de tekez kir ku armanca wan rizgarkirina Efrînê ye û dê têkoşîna xwe bidomînin.

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê îro li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê bi armanca nirxandina lêhûrbûn û biryarên konferansê 2 civîn li dar xistin.

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê li gundên Bênê û Aqîbê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya hêrama Efrînê bi armanca nirxandina lêhûrbûn û biryarên ku di konferansê de hatine girtin û ji bo ku li welatiyan guhdar bikin, 2 civînên cuda li dar xistin. Bi sedan şêniyên Efrînê tev li civînê bûn.

Her du civînan bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê di her du civînan de encamnameya konferansa rizgarkirina Efrînê hate xwendin.

Piştre endamekî konferansê axivî û destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê hemû bi alîkariya dewletên navneteweyî û di serî de Rûsyayê ku derfet da Tirkiyeyê êrîşên hewayî pêk bîne, pêk hatin.

Endaman di her du civînan de destnîşan kir ku şêniyên Efrînê 58 rojan tevî şervanên YPJ/YPG`ê li hemberî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û heta niha jî berxwedana xwe li herêma Şehbayê didomînin.

Di axaftinan de hate gotin ku armanca dewleta tirk a dagirker tunekirina nasnameya kurdî ye û bi vê armancê komkujiyan li dijî kurdan pêk tîne. Kurdan di berxwedanê de hêz û îradeya xwe tekez kir.

Girêdayî rewşa dawîn li herêmê endamekî konferansê got ku rêjîma Sûriyeyê parêzgeha Deraayê xist bin serweriya xwe û ber bi Quneytera ve diçe, her wiha li Idlibê şerê demkî heye da ku rêjîm wê jî bixe bin serweriya xwe.

Her wiha hate gotin ku dijminên kurdan bi tevliheviyê re rû bi rû ne û pêwîst e kurd ji vê yekê sûdê wergirin.

Endaman di civînê de hemû lêhûrbûnên Konferansa Rizgarkirina Efrînê û girîngiya lehengiya şênî û şervanên YPJ/YPG`ê nirxandin.

Endaman kêmasiyên di saziyên rêveberiyê yên sivîl û leşkerî de ku li Efrînê derketin aşkera kirin û diyar kir ku armanca konferansê ya sereke rizgarkirina Efrînê ye.

Şêniyan jî diyar kir ku ew ji bo rizgarkirina Efrînê ji artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê amade ne da ku di demeke nêz de li warê xwe vegerin.

Her du civîn bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bûn.