حركة المجتمع الديمقراطي

Rewşenbîrê Misrî: Sîstema Bakûrê Suriyeyê hêvî dide

166

Şêwirmendê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Siyasî ya Ehram a li Misrê Dr. Cemal Ebdulcewad, bal kişand ku li sîstema li Bakûrê Suriyeyê tê avakirina ceribandinek nû û pêşketî ye, lê fikrên girêdayî bawerî û neteweperestiyê jî li vê herêmê gelekî kûr in û dijberiyên mezin çêdibin. Ebdulcewad bal kişand ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê jî gelê Misrê xwedî helwestek zelal e.

Dr. Cemal Ebdulcewad duh bi şandeyek Misrê re bi armanca ji nêz ve şopandina şoreşa Rojava û tevlîbûna kongreya MSD’ê hat Başûrê Kurdistanê û ji vir jî derbasî Rojava bû. Ebdulcewad ku serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Silêmaniyê kir, têkildarî sîstema rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, her wiha derbarê helwesta gelê Misrê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk de pirsên Rojnews bersivandin.

– Hûnê weke hejmarek rewşenbîrên Mirsî biçîn Rojava, armanca we ya li wir çiye û dixwazin çi bikin?

Armanca me dîtina pêşketinên ku li herêmê rû didine. Sûriye li navenda van guhertinên ku Li Rojhilata Navîn pêk tên e. Ev guhertin jî ji bo me girîng in. Ji bo gelê me jî girîng e ku bi rêya berhemên fikrî peywendiyan çêbikin. Li Bakûrê Sûriyeyê ezmûnek ciwan heye. Pêwîste zanyariyên me li ser hebin û nabe werin paşguhkirin. Li ber destê xwênerên Misrî zanyariyên sînordar hene. Lewma em dixwazin li ser Bakûrê Suriyeyê zêdetir bibin xwedî fikir da ku karibin alîkariya gel bikin.

– Niha li ser Bakûrê Suriyeyê êrişên Tirkiyeyê hene û hin cih dagir kirine. Hun helwesta gelê Misrê ya li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêmê çawa dibînin?

Li hemberî rejîma Tirkiyeyê, li Misrê bi awayekî giştî hestek gelek neyînî heye. Em dibînin ku Tirkiyeyê çav berdaye herêmê. Gelê Misrê li hember vê destdirêjiya Tirkiyeyê û dijmintiya wê ya li hemberî Bakûrê Sûriyeyê û Efrînê xwedî helwestek diyar e. Sozên li gel gelên herêmê ji hene.

– Li gorî belgeyên dîrokî Osmaniyan gelek cih dagir kirin û gelên herêmê çewsandin. Gelo hun hîs dikin ku wê ev kar bi destê Erdogan dûbare bibe?

Bi eşkereyî hêviya Erdogan a sûltanbûnê heye. Dixwaze Osmaniya Nû li Tirkiyeyê pêk bîne, yan jî bi navekî wiha ava bike. Niyeta wî ya berfirehkirinê heye. Carekê hewl da bi rêya destwerdana Bihara Ereban re viya bike, lê niha jî dixwaze bi rêya destwerdana leşkerî rasterast li Bakurê Sûriyeyê vê yekê pêk bîne.

– Li hemberî kiryarên dewleta Tirk çima hikûmetên Ereb bêdengin, gelo ew jî beşek ji van planan in?

Ev qoxanekî dijware ku em li ser Ereb û welatên Ereb biaxivîn. Helwesta welatên Ereb cur bi cure. Lê, dikarim bêjim ku hikûmeta Misrê herî zêde rexne li Tirkiyeyê kiriye û helwesta wê ya diyar jî heye. Pir kêm welatên Erebanê en wekî Qeterê hene ku piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê dikin. Mixabin helwesta welatan li gorî berjewendiyan diyar dibe.

– Li Bakûrê Suriyeyê sîstemek xweseriya demokratîk tê avakirin û pêşengên wê dibêjin ku ew xwe dispêrin fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.  Agahiyên we li ser fikrên Ocalan hene, eger hene, hûn çawa dinirxînin?

Fikrên Ocalan hêviyê didin û pêşketî ne. Fikra “neteweya demokratîk” û fikra derbaskirina “netewe-dewletê” li herêmê nû ye. Ji ber vê yekê tişta ku li Bakurê Sûriyeyê pêk tê, gelekî girîng e. Ev fikir niha li vê erdnîgariyê tê pêkanîn. Lê li Rojhilata Navîn hîn jî nasnameyên girêdayî baweriyan û netewperestiyê gelekî bihêz in û cihû kûr girtiye. Lewma dema vê rastiyê li ber çavan digirim, pêkanîn van fikran gelekî bi zehmete û dijberiyek zor a fikran heye. Em jî, ji ber vê yekê li vir in. Li Bakûrê Suriyeyê ceribandinek heye û em dixwazin vê rewşê ji nêzve bişopînin. Bi vî rengî zanibin ka çiqas di nava raya giştî ya civakî û rewşenbîriyê de cihê xwe girtiye.