حركة المجتمع الديمقراطي

Artêşa dagirker zeviyên genim ên welatiyên Tirbespiyê şewitandin

116

Arêtşa Tirk a dagirker agir berdan zeviyên genim ên welatiyê gundê Kêl Hesnak ê navçeya Tirbespiyê û 20 domin şewitandin.

Artêşa Tirk a dagirker agir berdan zeviyên genim ên gundiyên gundê Kêl Hesnak ê ku 25 km dikeve bakurrojhilatê bajarê Tirbespiyê û 1 km dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê.

Artêşa dagirker bi riya avêtina bombeyan 20 domin zeviyên genim ên gundiyan şewitandin.

Şêniyên gund berê xwe dane cihê şewatê  û agir vemirandin.