حركة المجتمع الديمقراطي

‘PDK li hemberî destwerdanên artêşa Tirkiyeyê li Herêmê berpirsyar e’

64

Siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê Dr. Fayiq Gulpî diyar kir ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK( li hemberî destwerdana artêşa Tirkiyeyê li herêma Başûrê Kurdistanê berpirsyar e û got ku di navbera herdu aliyan de hevpeyaman hene. Her wiha bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destwerdanê rexne kir. Dr. Fayiq Gulpî guman dike ku çarenûsa Erdogan û partiya wî heman çarenûsa Sedam Hisên û partiya wî ye.

Girêdayî destdirêjiyên artêşa Tirkiyeyê di hundirê Başûrê Kurdistanê û bêdengiya herdu hikûmetên Bexda û Hewlêrê de, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) bi siyasetmedar û Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê Dr. Fayiq Gulpî re hedîtinek pêk anî. Dr. Fayiq Gulpî banga têkoşîna li hemberî vê dagirkeriyê kir.

Hevdîtina bi Dr. Fayiq Gulpî re wiha ye:

·         Dewleta Tirk di van demên dawî de bi qasî 20 km derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û leşkerên wê derbasî gelek gundên Kurdan ên herêma Başûr bûne û vê yekê hişt ku civaka kurdî nerazîbûnên xwe nîşan bidin, gelo ev destwerdana Tirkiyeyê bi riya hevpeymanekê bi hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê re pêk hatiye, yan dewleta Tirk ti aliyan li pêş çavên xwe nabîne?

Bi nêrîna min ev destwerdana Tirkiyeyê li herêma Başûrê Kurdistanê bi riya hevpeymanekê di navbera hikûmeta Bexdayê û artêşa Tirkiyeyê û hikûmeta Herêma Başûr ku PDK’ê serweriya wê dike, pêk hatiye. Nemaze di navbera PDK’ê û hikûmeta Tirkiyeyê de beriya niha jî gelek hevpeyman hatin îmzekirin. Daxwaza PDK’ê ya derbasbûna artêşa Tirkiyeyê li Başîqa ya li nêzî Mûsilê beriya çend salan nîşana vê yekê ye.

Di derbarê hikûmeta Îraqê de, gelek agahî hatine belavkirin ku di navbera herdu hikûmetên Îraqê û Tirkiyeyê de di sala 1983’an de “hevpeymana sînor” hatiye îmzekirin. Li gorî vê hevpeymanê artêşa herdu dewletan dikarin 20 km derbasî axa dewleta din bibin, da ku karibin şerê Gerîla û Pêşmergeyan bikin.

Li ser vê bingehê em dikarin bêjin ku derbasbûna artêşa Tirkiyeyê di axa herêma Başûrê Kurdistanê de bi hevpeymanekê bi hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Îraqê re pêk hatiye. Bêdengiya herdu hikûmetan li hemberî vê destdirêjiya Tirkiyeyê hevpeymana di navbera wan de piştrast dike.

·         Gelo ev derbasbûn qanûnî ye. Çima Îraqê bêdeng e?

Ev derbasbûna Tirkiyeyê û binpêkirina serweriya Îraqê û herêma Kurdistanê, binpêkirina mafê gelê Kurd û Îraqê ye. Mixabin siyasetên ku niha li Rojhilata Navîn tên meşandin ne li gorî pîvan û qanûnên navnetewî ne ku li seranserî cîhanê pêk tên. Di navbera istixbaratên herêma Başûrê Kurdistanê û istixbaratên Tirkiyeyê de hevpeymanên veşartî hene û evan hevpeyman hemû di berjewendiyên siyasî yêmn Tirkiyeyê de ne. Evan hevpeyman jî tenê di çarçoveya şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê û alîgirên wê de ne. Şerê li dijî PKK’ê di berjewendiya  Tirkiyeyê de ye, mixabin hin partiyên Kurdî jî hatine xapandin û hevkariya Tirkiyeyê dikin.

·         Tirkiye ji sala 2004’an ve derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bûye û di sala 2015’an de baregehên wê yên leşkerî gihîştin  18 baregehan û ev yek bi hevpeymana bi hikûmeta herêma Kurdistanê re pêk hatiye. Gelo bandora pêşgaviya Tirkiyeyê li ser rewşa herêma Başûrê Kurdistanê di paşerojê de çi ye?

Baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji demeke zû ve li herêma Başûrê Kurdistanê hene. Lê guhertin di van demên dawî de pêk tên, ew e ku artêşa Tirkiyeyê destwerdana dozên civakî yên gelê Kurd jî dibe. Ev jî beriya çend rojan li gundekî herêmê diyar bû ku leşkerên Tirk derbasî nava gund bibûn. Her wiha ev girêdayî propagandeya hilbijartinan ji bo AKP’ê û serkêşiyê wê Erdogan e. Wezîrê Karûbarên Hundirîn ê Tirkiyeyê eşkere ragihand ku pêşgaviya wan 27 km di kûraniya axa Îraqê de propagandeya hilbijartinan ji bo AKP’ê û Erdogan di nava şovenîstên Tirk de ye.

Mixabin rûniştina hin kesên hatine xapandin ên xayîn bi leşkerên Tirk re, armanc jê ew e ku peyamekê ji gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê re bişînin da ku dengên xwe di hilbijartinan de bidin AKP’ê û Erdogan.

Di aliyê stratejîk de hatina Tirkiyeyê tê wateya ku dê herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike û rê li pêşiya azadiya wê bigire û xêrûbêrên wê jî talan bike da ku berjewendiyên xwe yên şovenîst pêk bîne.

·         Gelo hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê destdirêjiya Tirkiyeyê berpirsyar in, an tenê yên hin partiyên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê. Evan alî kî ne û berjewendiya wan di dagirkirina Tirkiyeyê li herêma Başûrê Kurdistanê çi ye?

Dema ku artêşa Tirkiyeyê derbasî herêma Başûrê Kurdistanê bû, diviya bû helwesta hikûmeta herêmê û helwesta PDK’ê li hemberî vê destwerdanê hişkbûya. Nemaze ji ber ku ev herêma ku Tirkiyeyê derbasî wê bûye girêdayî serweriya PDK’ê ye. Lê ji ber ku serokê hikûmeta herêma Başûr cîgirê serokê PDK’ê ye, em dikarin bêjin ku ev partî destwerdana Tirkiyeyê erê dike û ev partî li hemberî vê mijarê berpirsyarê sereke ye. Dema ku em helwesta hin partiyên din dibînin, diyar dibe ku bê cesaret in û li hemberî vê destwerdanê bêdeng dimînin, li vir jî diyar dibe ku evan partî jî razî ne.

Mixabin li hemberî vê mijarê bêdengiyeke çapemenî, gelêrî, parlemanî û hikûmî li Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Eger hikûmeta Başûr û PDK’ê ji vê destwerdanê ne razî bin, herî kêm dê giliyên xwe pêşkêşî aliyên têkldar bikiribana. Lê bêdengiya wan tê wateya erêkirina wan ji destwerdana Tirkiyeyê re.

·         Li hemberî vê dagirkeriyê û razîbûna hin aliyan ji vê dagirkeriyê re , tişta ku ji gelê tê xwestin çi ye?

Bi rastî, pirsgirêka sereke ya li Başûrê Kurdistanê ew e ku gelê Kurd li ser zemîneke eşîrtî hatiye birêxistinkirin û bi partiyên siyasî ve hatine girêdana û girêdana wan a netewî ya Kurdî lawaz e. Gelek welatî alîgirtiya eşîr an partiya xwe dikin. Ev yek di vexwendina leşkerên artêşa Tirk a li gundekî herêma Başûrê Kurdistanê de diyar dibe, serokê eşîrekê ku endamekî çalak ê PDK’ê ye, eşkere dibe.

Evan eşîr û partî hegomoniya xwe li ser gelê ferz kirine da ku girêdana wan a netewî û niştimanî lawaz bikeve. Divê gel xwe ji van sîstemên siyasî û civakî rizgar bike û rastiya xwe ya azad jiyan bike.

·         Hikûmeta Tirkiyeyê bi vê dagirkeriya xwe li herêmên Kurdî yên Sûriye û Îraqê dixwaze çi bike û armanca wê çi ye?

Hikûmeta Tirkiyeyê hikûmeteke nijadperest e û ji aliyekî din ve gelek pirsgirêkên hundirîn jiyan dike û di serî de aloziya aborî. Ji ber vê yekê hikûmeta Tirkiyeyê bi van kiryarên xwe hikûmetên Îraq, Sûriye û Başûrê Kurdistanê neçar dike ku perola xwe bifiroşin Tirkiyeyê.

Erdogan dixwaze bi welatiyên Tirk ên nijadperest re bêje ku ew dikare serdema Osmaniyan li Sûriye û Îraqê vegerîne.

Lê Tirkiye di van serdemên nûjen de bi evan siyasetên xwe ne pêkan e îradeya gelan a azad bişkîne. Tirkiyeyê bi awayekî demkî hin mijar bi dest xwe ve anîn, lê di paşerojê de dê her tiştî winda bike. Ez bawer dikim ku çarenûsa Erdogan û partiya wî heman çarenûsa Sedam Hisên û partiya wî ye.

·         Çima Kurd li hemberî vê dagirkeriyê bi yek destî tevnagerin. Stûnên vê yekîtiyê çi ne. Rêbazên têkşikandina van astengiyan çi ne?

Pirsgirêka me ne tenê di axa me ya dagirkirî de ye, lê belê fikrên me jî li Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin. Divê gelê Kurd di aliyê fikrî de jî xwe azad bike û bêyî azadiya fikrî ne pêkan e yekîtiya Kurdan pêk were.

Di vê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê xwe ji hegomoniya dagirkeran rizgar bikin û li ser bernameyeke niştimanî û demokratîk li hev bikin. Pêdiviya me bi siyaseteke nû heye da ku peywendiyên bi hikûmeta Îraqê û pêkhateyên din ên Îraqê re bête xurtkirin. Divê hemû aliyên Îraqê jî yekîtiya xwe ava bikin da ku serweriya axa Îraqê biparêzin.