حركة المجتمع الديمقراطي

‘Li şûna Ciniv û Astana em dan û standinê xwe li Şam û Qamişlo lidarxînin’

126

Endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk Bedran Hemo diyar kir ku siyasetên dewletên navnetewî hişt ku Sûriye ber bi hilweşandinê ve biçe. Hemo got ku çareserkirina aloziya Sûriyê girêdayî diyaloga Sûrî Sûrî ye û ev tişt anî ziman: “Ka li şûna Cenêv û Astana em danûstandinê li Şam û Qamişlo bikin.”

Girêdayî geşedanên dawî yên siyasî li Sûriye û giştî herêmê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevdîtinek bi Endamê Meclîsa Sûriya Demokratîk Bedran Hemo re pêk anî.

Hevdîtina bi Bedran Hemo re wiha ye:

·  Aliyên ku şerê parçekirina Sûriyeyê dikin kî ne û çima?

Rojhilata Navîn ji serdemên kevin ve rastî êrîşên weke Mongol, Teter, Makdonî û gelek dagirkerên din hat. Nemaze ji ber ku herêma Rojhilata Navîn bi berhemên xwezayî dewlemend e. Niha jî di serdemên nûjen de heman senaryo bi rêbazên cûda dubare dibin.

Weke tê zanîn Sûriye dilê Rojhilata Navîn e, li ser vê bingehê bû meqseda gelek dewletan da ku hesaban li vir ji hevûdu bixwazin. Weke em dizanin siyaseta Emerîka girêdayî serweriya xwe li ser herêmê ye, Rûsya jî ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl dide berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de biparêze, nemaze ji ber ku baregeha wê ya tekane li Rojhilata Navîn e û ji bo parastina berjewendiyên xwe li vir dê bi hemû hêza xwe tevbigere.

Girêdayî Îranê jî armanca wê ya sereke avakirina Kevana Şîayî ye da ku bigihêje Lubnanê. Armanca Tirkiyeyê jî çavbirçîbûn e û hewl dide bi riya sûdwergirtina ji aloziyê serweriya xêr û bereketên Sûriyeyê bike da ku di xurtkirina aboriya wê de bibe alîkar.

·         Sedema daxwaza Rûsya ya dûrxistina Îraniyan di vê qonaxa hestiyar a aloziya Sûriyeyê de çi ye?

Di van demên dawî de di navbera hevkarên rêjîma Sûriyeyê de nakokî derketin, ango di navbera Îran û Rûsyayê de  û Rûsya banga vekişandina Îranê û endamên Hizbullah ji giştî Sûriyeyê û bi taybet ji başûrê Sûriyeyê dike. Ev daxwaza Rûsyayê di bin zexta Lobiya Cihûyan de tê meşandin da ku berjewendiyên Îsraîlê bêne parastin.

Di encamê de diyar dibe ku xema Rûsyayê tenê parastina berjewendiyên xwe ye. Nîşana vê yekê jî hevkariya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ye û beriya demeke nêzîk dijminahiya hevûdu dikirin.

Berjewendî di ser her tiştî re ne eger Tirkiye razî nebûya, rêjîm û hevkarên wê ti carî nikarin serweriya xwe li ser bajarê Helebê, Xota û gelek herêmên din bikin. Niha jî piraniya van komên çete veguhestin Bakurê Sûriyeyê da ku derbeyê li projeya demokratîk bidin.

·         Daxuyaniyên El-Esed ên dawî tên çi wateyê?

Di destpêkê de em dikarin bêjin ku El-Esed berdevkê fermî yê Rûsya di Sûriyeyê de ye, ango em di bin serweriya Rûsyayê de ne. Dema ku El-Esed dibêje divê Hêzên Sûriya Demokratîk şer bikin an xwe radest bikin, ev tê wateya ku rêjîm xwe ji şerê welatiyên Sûriyeyê re careke din amade dike da ku berjewendiyên Rûsyayê ku hevkariya Tirkiyeyê dike pêk bîne, piştî ku Sûriyeyê di nava xwe de parçe bikin.

Dema ku serokê Sûriyeyê dibêje ku tenê pirsgirêka di Sûriyeyê de maye hêzên QSD’ê ne ev tê wateya ku QSD’ê xwe li ser erdê îspat kiriye û xwedî projeyekê ye ku berjewendiyên dewletên dagirker dixe metirsiyan.

Em weke Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclîsa Sûriya Demokratîk dubare diyar dikin ku şerê di navbera aliyên Sûriyeyê de tenê lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê didomîne û tenê gelê  Sûriyeyê ji vê yekê ziyanan dibîne.

Lê ev nayê wateya ku em dest ji projeya xwe ya demokratîk berdin ku têde mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bêne parastin û durişmeya Sûriya demokratîk û piralî û nenavendî were bilindkirin.

Em bi çareseriya diyalogê re ne. çareseriya leşkerî ku derbasî sala xwe ya 8’emîn dibe aramî pêk neanî û welat ber bi hilweşandinê ve bir. Divê em weke aliyên Sûriyeyê derbasî diyalogan bibin. Danûstandina bê destwerdana ti aliyan çima em li Şam û Qamişlo li şûna Cenêv û Astana danûstandinê nakin? Em bang li hemû hêzên siyasî yên Sûriyeyê dikin ku berjewendiya gelê Sûriyeyê di ser her tiştî re bigirin û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê û destpêkirina avakirina welat asta xebatên xwe bilind bikin.