حركة المجتمع الديمقراطي

PYD: Daxuyaniya Esed peyama alîgirên wî ji Koalîsyona re ye

98

Meclîsa Giştî ya PYD‘ê daxuyaniyên serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed wekî “Peyamên hevkarên rêjîmê ji Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DYA‘ê re ye.

Meclîsa Giştî ya PYD‘ê encamên civîna xwe ya sêyemîn a sala 2018‘an de ku duh hate li darxistin bi daxauyaniyekê eşkere kir.

Encamnameya civîna PYD‘ê wiha ye:

“Endamên Meclîsa Giştî ya Partiya mec civîna xwe ya sêyemîn di sala 2018‘an de li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgiritnê li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir.Paşê bernameya civînê hate dayîn. Ji xwendina raporên her 7 buroyên  partiya me: Buroya Rêxistînî, Jin, Ciwan, Ragihand, Têkilî, Lêkolîn û Belgekirin û Malî. Di civînê de rewşa siyasî bi berfireh hate nirxandin, her wiha mekanîzmeya rêxistinî ji bo pêvajoya ku Sûriyê tê re derbas dibe hate danîn. Civîn bi pêşniyaran û danîna pilansiya du mehên pêş bi dawî bû.

Di civînê de, banga yekrêziyê li hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bi armanca ewlehiya Efrînê bi grantiya navdewletî, her wiha bilindkirina asta têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê ji dagirkriya Tirkiyê û çeteyên wê hate kirin. Di civînê de her wiha polîtîkeyên guhertina demografiya Efrînê hate şermezarkirin û wekî sucekî li dijî mirovahiyê hate kirin.

Beşdarên civînê, rola şervanên YPG, YPG û QSD‘ê ya rizgarkirina Sûriyê ji rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê û ewlekhiya li hermên ku rizgarkirina silav kirin. Her wiha bal hate kişandin ku pêwîste pêvajoya pêş zemîneke çareseriya siyasî were dayîn.

Di civînê de hate gotin ku daxuyaniyên Serokê Rêjîma Sûriyê ji buyerên li herêmê rû dide, nayên cûdakirin. Ev daxuyanî mîna peyam an jî gelek peyaman ji hevalbendên rêjîmê ji Koalîsyona Navdewletî ya şerê li dijî terorê ku DYA‘ê serkêşiya wê dike ye.  Nemaze ku em amade ne bi hemû aliyên Sûriyê re mûzakeriyan çêbikin da ku aloziya Sûriyê bi rengekî siyasî were çareser kirin û mafê hemû pêkhateyên Sûriyê were misogerkirin. Ji ber li herêmên di bin parastina QSD’ê de tu derfetên pêkanînên leşkerî nîn in.

Di civînê de her wiha bal hate kişandin li ser gotegotinê ku dibêjin derbarê Minbicê de, lihevkirin di navbera Washington û Enqera de çêbûne û hate gotin ku tiştkê bi vê regnî ta niha derneketiye. Nabe ku lihevkirin di navbera dewletekê û Tirkiyê de beriya hilbijartinên 24‘ê Hizêranê çêbibe.Heger hilbijartin pêk were, fersenda serkeftina AKP û MHP‘ê di hilbijartinan wê kêm be. Bi giştî, 24‘ê Hizêranê gaveke girîng di dîroka Tirkiyê û herêmê de ye Heger Erdogan bi serket dê aloziya li herêmê kurttir bibe, wê ji aloziya Sûriyeyê ne kêmtir be. Lê rexmî vê yekê hêzên demokrasîxwaz vê fersenda dîrokî qezend dike da ku di hilibijartinên parlamentoyê û serokkomariyê ser bikeve. Em dibîmin ku serkeftina HDP‘ê dê gaveke ber bi pêkanîna encamên dirurst ve ye.

Beşdarên civînê dît ku, herêm roj bi roj ber bi rewşeke bi aloztir ve diçe û dirustbûna xeta sêyemîn nîşan dide. Di rewşên awart de ne mumkine ku hilbijartin çareyan ji aloziyan re peyda bike. Hilbijartinên li Lubnan û Iraqê û yên pêşwext ên Tirkiyê vê yekê nîşan dide û diyar dike ku modêla deweleta qewmî ya navendî rêbazê şaş e li ser herêmê hatiye ferizkirin, tekez wê binbikeve. Çareserî di şeklê ne navendbûna demokratîk pêk tê.Projeya me ya Rêvebereiya Xwseriya Demokratîk xwe isbat dike ku riya çareserkirina pirsgirêkan e.

Di civînê de, girîngiya lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdî hate destnîşankirin. Çareserkirina doza Kurdî kilîta demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn e. Li ser vê yekê ev yekê misoyan hemû hêzên demokratîk ên çi li Sûriyê be û çi jî li cîhanê be ji bo lidarxistina kongre bi xebitin. Di vê aliyê de em  jî li gorî biryarên kongreya xwe ya 6 û 7 an ji bo pêkanîna vê kongre amade ne mûzkeriyan bi herê aliyan re çêbikin û tu pariyan an aliyek ku bixwaze vê erkê biserbixîne û hêviya gelên Sûriyê di çareseriyê de pêk bîne, red nakin. Tenê yên ku li gel dijiminan sekinîn mîna ‘Meclîsa Dîlokê‘ ku dagirkeriya dagirkeriya Tirkiyê ji bo Efrînê rewa dike, qebûl nakin.

Beşdaran her wiha girîngiya xurtkirina têkiliyn welatên herêmî, bi taybetî yên Erebî re destnîşan kirn. Partiya me heta niha di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rengekî siyasî bi welatên erebî re di nava danûstandinan de ye.

Her wiha beşdaran, serdana şandeya Rojava û Bakurê Sûrieyê ji bo Qahîra ku ji 22 heya 25‘ê Gulanê pêk hatibû nirxandina. Em tevlî her du kongreyên dawî bûn, em beşeke sereke di serxistinê de bûn. Beşdaran her wiha girîngiya xurtkirina têkiliyan di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Desteya Mûzakeriyan de, her wiha girîngiya lidarxistina Kongreya Riyad 3 anîn ziman û hate destnîşankirin ku ev kongre ji biryarên 2254 hatiye wergirtin, di encamê de hêzên opozisyonê li Paytexta Erebistana Siûdiyê civiyan. Di civînê de hemû xebatên pêşxistina tevgera demokratîk li Sûriyê erênî hate nirxandin û hate destnîşankirin biryarên me yên di kongreya 7’an de jî wihaye. Divê kar were pêşxistin ku hemû hêzên opozisyona niştimanperwer a demokratîk ên herêmên bakur-rojavayê Sûriyê bi hev re bicvin. Ev herêmên ku ji terorê hatine rizgarkirin, civîna wiha dê bandorê li nêzîkatiya nerînan bike, her wiha dibe riya avakirina hêza yekbûyî ya demokratîk a Sûriyê.