حركة المجتمع الديمقراطي

Platforma Danûstandinê li Amûdê destpê kir

115

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê, Rêvberiya Sivîl ên Reqa, Dêrazor, Tebqa û Minbic, Rêvberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Kobanê, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Abdullkerîm Sarûxan, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xilo, endamên Meclîsa Zagonsaz, rêxisinên mafan, çandî, civakî û partiyên siyasî û dîroknas, beşdarî platformê bûn.

Di hola platformê de, wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li Efrînê kirin hate daliqandin.

Di platformê de, wê pênc xal werin nîqaşkirin.

Xala yekê: Komkujiya Osmaniyan derheqê Ermeniyan de, ji aliyê Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo ve were dayîn.

Xala duyemîn: Komkujiyên Osmaniyan derheqê Êzidiyan de, wê ji aliyê Endama Mala Êzidiyan li Kantona Cizîrê Şermîn Şaqo ve were dayîn.

Xala sêyemîn: Dagirkeriya Osmaniyan ji herêmê re, wê ji aliyê Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam  ve were dayîn.

Xala çar: Komkujiyên Osmaniyan derheqê Kurdan de, wê ji aliyê Hekem Xilo ve were dayîn.

Xala pênc: Çareseriyên derbarê rizgarkirina  gelan ji komkujiyan, wê ji aliyê Seroka Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê Emîne Umer ve were dayîn.