حركة المجتمع الديمقراطي

 ‘Ji bo dewletek tenê Tirk ava bikin, em qetil kirin’

93

24’ê Nîsana 1915’an wek roja destpêkirina qirkirina gelê Ermanî ye. Di 24’ê 1915’an dewleta Osmanî 240 rewşenbîrên Ermen li Stenbolê (Konstantinopolis) binçav kirin. Hinek sirgun û hinek jî qetil kirin. Qirkirina ku starta wê di 24’ê Nîsanê de hatî dayîn, heta payîza 1916 qirkirina fîzîkî û heta 1923’an jî bi sirgunan berdewam kir. Di encam de mîlyonek û nîv Ermen hatin qetilkirin, bi sedhezaran kes ji welatê wan hatin sirgunkirina çola Sûriye yê û welatên derdor.

Dewleta Osmanî ji beriya 1915’an jî du komkujî û sirgunên din li ser gelê Ermenî pêkanî. Komkujiya yekem di 1894’an de destpêkir û di encam de herî kêm 80 hezar ermenî hatin qetilkirin û bi sedan kes hatin sirgunkirin. Di encama komkujiya dewleta Osmanî ya ku di 1905’an de destpêkirî, de jî di  1909’an li Edenê gelek Ermeniyên sivîl hatin qetilkirin. Lê pirsgirêk ne tenê gelê Ermenî bû, heman demê de di 24’ê Nîsana 1915’an de dewleta Osmanî di bin navê tevgera xençer (Kılıç ‘Seyfo’) de nêzî 300 hezar Suryanî û Asûrî jî qetilkirin û sirgun kirin. Armanc avakirina dewletek Turk-Îslam bû û qurbanên yekem Ermenî, Suryan û Asûrî bûn. Dê piştî van xençera Turk-Îslamyetê biketiba qirika Kurd de.

Yek ji kesên ku malbata wî di qirkirinên 1894 û 1915 hatîn qetilkirin û sirgunkirina Suriye yê Werecan Sheqyan (65) ne. Çîroka Sheqyan a bi êş tenê dilopek ji behra hovitiya dewleta Osmanî ye. Sheqyanê ku niha li Qamişlo jiyan dike, çîroka malbata xwe ji ajansa me ANHA’yê re vegot.

‘Bavê min li qampek birîndararan derman kirin’

Kalikê Werecan Sheqyan ji beriya 1894 ji bo kar ji Sasonê tê Helebê û li Helebê, ji xwe re firinekê vedike. Her şeş meh carekî diçe Sasonê li cem malbata xwe. Piştî komkujiya 1894’an di sala 1895’an de ji wî re dibêjin carek din neyê Sasonê. Kalikê Sheqyan êdî naçe Sasonê. Ev rewşa sirgunî heya 1915’an berdewam dike. Bi bavê Sheqyan, Dîkran Sheqyan re 7 kurên wî  bi malbatên xwe re li Sasonê dimînin. Heta qirkirina 1915’an. Werecan Sheqyan serpêhatiya malbata xwe wiha rave dike, “Piştî kalikê min hat sirgunkirin, di sala 1915’an de li Sasonê dewleta Osmanî avêt ser mala bavê min û apên min. Di encam de hemû ferdên malê hatin qetilkirin. 7 apên min bi jin û zarokên wan re serjêkirin. Kes ji malê xilas nebû. Hemû xizmên me qetilkirin. Tenê bavê min di nava cenaze û xirbeyên malê de birîndar mabû. Bavê min bi birîndarî ji nava xirbeyan derket û xwe gihand kesên ji Sasonê koçber dibûn. Ew anîbûn qampek birîndaran li Helebê. Di wî demî de bavê min 13-14 salî bûye. Piştî baş bû ew li ser rêya tirenê xebitî.”

‘Min nexwest carek din ji xizmên xwe dûr bim’

Piştî dagirkirina Fransa rêya trenê ji Helebê ber bi Qamişlo ve tê çêkirin, jiyana bavê Sheqyan jî ber bi Qamişlo ve tê. Bavê Sheqyan li Qamişlo di zewice û 2 kurên wî çêdibin. Yek ji wan jî Werecan Sheqyan e. Sheqyan piştî bû 16 salî çû Libnanê û li wir beşê teknîkî dixwîne û di nava wê de jî beşê seet çêkirinê de dibe pispor. Sheqyanê ku malbata xwe di qirkirinê de winda kirî nekare ji bavê xwe yê ji qirkirinê sax mayî dur bikeve. Sheqyan vedigere mala xwe ya li Qamişlo. Sheqyan ê ku carekî bê xizim di mîne dûrketina ji bavê xwe wiha anî ziman, “Ji Libnanê ez çûm Emerîka, lê xizmên min ji hemû tiştî girtingtir bûn, ji bo wê ez zivirîm. Hevalên min ên bi min re xwendibûn  niha hemû zenginin, lê manewiyet ji pere giringtir bû. Ji xwe xizmên min hemû hatibûn serjêkirin, min xwest bizivirim cem dayîk, bav û birayê xwe.”

 ‘Me rojek xweş nedit’

Sheqyanê sedemê qirkirinên dewleta Osmanî yên li ser gelê Ermen wiha dinirxîne, “Gelê me hertim di komkujiyan re derbaz bû. Me yek roja xweş nedît. Sûcê me ew bû ku em Ermenî bûn. Osmaniyan dixwest dewletek Tirk avabikin. Ji ber ku wan digot eger netewek din hebe ji me re xetere. Lê me ji kesî re dijminî nekirbû.”

‘Em li vir Kurd, Ereb, Ermeni bi hev re dijîn’

4 zarokê Sheqyan hene. Lê zarokên wî û hevjîna wî li Emerîka dijîn. Sheqyan naxwaze dest ji cihê bavê xwe berde. Dema Sheqyan li dikanê kar dike cîranên wî yên Ereb û Kurd jî tên cem wî û bi hev re dikevin nava sohbetê. Sheqyan li ser jiyana xwe ya li Qamişlo wiha dibêje, “Ev 40 sale ku dikana min a seetan li Sûka Qamişlo vekiriye. Cîranên min Kurd û Erebin. Van gelan pir alîkarî bi me re kir. Dibe ku ol yan jî netew cûda be, lê ne pêwîste mirov bibin dijmin. Ya giring mirovahi ye.”