حركة المجتمع الديمقراطي

Meclîsa Zagonsaz zagona rêwîtiyê nîqaş kir 

47

QAMIŞLO

Civîn Ii navenda Meclîsa Zagonsaz a navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat, pispora zagona navneteweyî û mafên mirovan Sêvî Îzolî amade bûn.

Di civîna îro de zagona rêwîtiya ber bi herêmên derveyî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan, bendên zagonê hatin şîrovekirin. Piştre jî reşnivîsa zagonê ji Hevserokatiya Kantona Cizîrê re hat rakirin, da li ser erê bike.