حركة المجتمع الديمقراطي

‘Em riya şehîdan bişopînin û beşdarî berxwedana serdemê bibin’

58

HELEB – Berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê du sal li pey xwe hiştin. Cihê ku têkoşer Bakur lê şehîd bû, bi navê kolana Muxaberat tê nasîn.

Gelek bûyer li Bajarê Helebê yê ku gelek ol û pêkhate lê jiyan dikin, çêbûn û bû qadeke şer.Taxa Şêxmeqsûdê bînera şerê 60 salên şer ên ku li Sûriyê çêbûne ye.

Gelek êrîş bi ser vê taxê ve hetin. Şervanên YPG û YPJ li hemberî wê rûbirû man. Dema ku şervanan li wê taxa ku ji sê aliyan ve dorpêçkirî bû, li hemberî 27 tabûrên çeteyên girêdayî Tirkiyê şer kirin, cîhan fêrî rêgezên berxwedanê û wateya rast a mêrxasiyê kirin.

QENDIL HELEB

Li Şêxmeqsûdê, li paş her kevirekî çîrokeke berxwedana şervanekê/î ku li ber xwe daye heta gihiştiye asta şehadetê, heye. Cihên berxwedana wan bûn cihên pîroz ku kî di ber wan re biçe dê lorîna çîroka berxwedaniyê bibihîse.

Kolana Muxaberat.. li wê derê şervan rastî şerên herî giran dihatin

Yek ji eniyên şer ên herî dijwar li kolana Muxaberat bû. Li vir şehîd Bakur û rêhevalên wî têde bi cih bibûn. Bi taybet li cihê “xala El-Derec” ev xala ku taxa Şêxmeqsûd û Seken Şebabî ji hev cûda dike. Dijwarbûna eniya kolana Muxaberat ew e ku di heman demê de di navbera taxên Seken Şebabî û Eşrefiyê de ye, ango di sêkoşeya sê taxan de bû û çeteyan xwe di Seken Şebabî de bi cih kiribûn.

Xala Muxaberat ji xaniyên bêserûber û kevn pêk dihat, berovajî mal û avahiyên taxên ku di destên çeteyan de bûn, ji ber ku avahiyên wan bilind bûn û bi hesin û çementoyê hatibûn avakirin. Avahiyên wan ji 5 qatan pêk dihatin, ev yek di şeran de derfet û alîkarî dida wan, lê belê xwedanvîn dest ji xaka xwe bernedan û her tiştên xwe yên pîroz jêre kirin qurban.

Rêhevalekî Şehîd Bakur, bi navê Qendîl Heleb ê ku di heman eniyê de şer dikir, rojên şer û berxwedanê wiha bi bîr anîn: “Rojên zehmet di ser me re derbas bûn. Em ji hêla 7000 çeteyan ve dorpêçkirî bûn. Hemû cureyên çekan bi kar dianîn. Çeka herî sivik li cem wan “PKS” bû, lê belê ev çek li cem me ya herî giran bû. Me tenê bi kilaşnîkov û tivingên Bombakşinê şer dikir. Tevî van tiştan jî ji ber ku em xwedî vîneke azad in, me li ber xwe da û em bi ser ketin, ji ber ku biryarên durist ên ku fermandar Bakur dida me, dihişt ku coşa me bilind bibe û em bêhir bi axa xwe ve werin girêdan.”

Ji bo ku Bakur cenazeya hevalê xwe bigire, canê xwe feda kir

2018-2-26-HLB-HEVALIN-SEHID-BAKOR-DEEXVEN ‫(1)‬ ‫‬

Dema ku şer li hemû eniyan germ bû, di roja 7ꞌê Nîsanê de, çete rê li ber derbasbûna taxê xweş dikirin, ji ber vê yekê topbarana xwe bi kîn li ser taxê û xalên YPGꞌê zêde kirin, lê belê tevî ku top weke baranê dibariyan, ev êrîşên hovane ji hêla YPGꞌê ve, rastî bersiveke tund hatin.

Şervan Egîd Baban di vê berxwedanê de gihîşt asta şehadetê. Fermandar Bakur bêyî ku guh bide gule û topbarana li ser wî, bilez berê xwe da cenazeya Egîd. Ji bo cenazeya hevalê xwe rake ew jî şehîd bû û xwe ji bo hevalê xwe feda kir.

Şervan Zerdeşt Heleb, bînerê qehremaniya Şehîd Bakur bû, derbarê hûrgiliyên çîrokê de wiha anî ziman: “Tevî ku ew fermandarê me bû jî, qet qebûl nedikir ku xwe ji xeta sifrê ya pêşî bikişîne. Em fêrî hevahengî û dilnizmiyê dikirin. Her wiha em fêr kirin ku em çawa riya berxwedanê bigirin û bernedin, ji ber ku Şehîd Bakur mînaka hevalê têkoşer bû, ew hevalê ku ku di ber parastina  doza xwe de şer dike.

Bi şehadeta Bakur berxwedan bi serkeftinê xemilî

Piştî ku fermandarê YPGꞌê li pêş çavên hevalên xwe, di ber hevalekî xwe de şehîd bû, hemû hevalan biryar da ku riya wî bişopînin, şîretên wî (çi bibe bila bibe, divê şervan parastina gelê xwe bike û çeteyan têk bibe), pêk bînin. Bi rastî jî piştî 7 mehan ji şehadeta Bakur şervanan serkeftin li ser 7000 çeteyan pêk anîn, xewnên wan hilweşandin û sivîlên herêmên rojhilatê Helebê rizgar kirin. Bi vê yekê giyanê Bakur bi xweşî derket asîman.

Ji bo pêkanîna şîretên Şehîd Bakur, em amade ne biçin Berxwedana Serdemê

Şervan Zerdeşt û Şervan Qendîl di dawiya axaftina xwe de tekez kirin ku, ew ê tola hevalê xwe Bakur hildin û beşdarî Berxwedana Serdemê bibin, gelê xwe rizgar bikin û welatekî azad ji wan re ava bikin. Her wiha tekez kirin ku çeqasî Artêşa Tirk a dagirker êrîş û bombe bike jî, ew ê nikaribe xwe li ber berxwedan û mêrxasiya şagirtên Şehîd Bakur bigire.

Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Bakur li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û kurê sêyemîn ê malbateke welatparêz e û birayê du şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Tevlî refên tevgerê bû û beşdarî Şoreşa Rojava bû. Li Taxa Şêxmeqsûdê gihîşt asta şehadetê.