حركة المجتمع الديمقراطي

Berxwedana Efrînê hestên nivîskaran livandin

81

HESEKÊ – Nivîskarê Kurd Cindiyê Xizan got ” Berxwedana Serdemê bi helbest, stran û şano di dîrokê de tê sermedî kirin, di heman demê de wê bibin sermiyanek di çanda gelê kurdistanê de, û ji ber ku berxwedan û tekoşîn beşek ji dîrokê ye, û dîrok jî beşek ji çanda gelan, ji lewra em dikarin bibêjin ku çandê berxwedan afirandiye, lê berxwedan çandê di livîne.”

Niviskarê Kurd Cindiyê Xizan, di civakê de bi Bavê Metîn tê nasîn diyar ku, wî di 16 saliya xwe de dest bi nivsandina helbestan kir û bi sedan helbest, çîrok û şano bi zimanê Kurdî û Erebî nivisandiye, her wiha endamtiya Yekîtiya Rewşenbîraîn  a Herêma Cizîrê, Akademiya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Huner a Xabûr a Hesekê dike.

Cindiyê Xizan têkildarî rola çand û hunerê di berxwedana Efrînê û erka dikeve ser milê rewşenbîran di vê qonaxê de ji ANHA‘yê re axivî.

BERIVAN BEYAR ‫(1)‬ ‫‬

Nivîskarê Kurd di destpêka axaftina xwe de, bal kişand ku serhildanên gelan bi riya helbest, çîrok û staran rabûne û dîrokê wan ji windahiyê parast û wiha dom da axaftina xwe, “Helbest ne tenê ji bo şakirin û şahiya ye, lê ji bo ronakbîrî, û pêşketinê ye, û ji ber tiştên ristî zû tên ezberkirin, her nivîsandin berê bi helbestî di hatin nivîsandin. Tiştên ku bi devkê têne gotin, tê parastin, ji ber ku ji nifştekî derbasî nifşekî din dibe. Lê gelek bûyer hatin nivisandin, winda bûn, an jî hatin şewitandin.”

Cindiyê Xizan, bi bîr xisitn ku yekemîn car helbest hatiye nivîsandin, di sala 4800 î de, berî zayînê, dema setemkarê Eylamî Logol Zêgrî  êrîşî bajarê Kîş kir, û tev de wêran kir, û gel kuşt, û perîşan kir, helbestvanê Sumerî Dinger Damo Enhab helbesta kevntirîn di dîrokê de, li ser bajarê xwe Kîş, nivîsand, bi vê helbestê dîroka wêrankirina bajarê Kîş di dîrokê de sermedî hişt.

‘Berxwedana Efrînê hestên nivîsakar livand‘

Cindiyê Xizan destnîşan kir ku Berxwedana Serdemê ya Efrînê rihekî nû çand û hunerê, û got, “Berxwedana Efrînê serdema destpêkê ya damezirina PKK‘ê têne bîrna me. Di wê demê de, di xabatên çand û hunerê de, roleke mezin di pênaskirina gel bi tevgerê û doza wê, her wiha di coşandina gel lîst. Mînak, Koma Berxwedan a Muzîkê  bi stranên xwe moralê gel hildan û bi hêz berxwedana şoreşê xwe şopandin, ev stran heta niha di çalakiyên de têne gotin. Ji bo Efrînê jî rewş wisa ye, ji bo xwedîderktina li Efrînê, teşhîrkirina dijmin, her wiha ji bo dengê Berxwedana gel û şervanan ji cîhanê re were ragihandin û di dîrokê de mayinde bimîne, bi sedan stran, şano û helbest bi zimanên Erebî û Kurd hatin çêkirin. Em dibînin çawa di çalakî, meş û şahiyan ev stran coşeke mezin di nav gel de çêdike û gel radike ser piyan.”

Çandê berxwedan afiran, berxwedan jî çandê di livîne

Cindiyê Xizan her wiha got, “Berxwedana Serdemê bi helbest, stiran û şano di dîrokê de tê sermedî kirin, di heman demê de wê bibin sermiyanek di çanda gelên herêmê de. Ji ber ku berxwedan û têkoşîn beşek ji dîrokê ye, û dîrok jî beşek ji çanda gelan e, lewra em dikarin bibêjin ku çandê berxwedan afirandiye, lê berxwedan çandê di livîne, û xwîna wê ya sar germ dike.”

Rewşenbîrê Kurd Cindiyê Xizan ku helbest li ser şervan, tekoşîn û berxwedana gel, û pakrewanan nivîsandiye diyar kir ku dijmin bi qasî ku ji peyva pênûsê saw digre ji berika tivingê saw nagre û ev tişt anî ziman, ” Di  şoreşa Rojava û Berxwedana Serdemê de rola re rewşenbîran baş derket holê û karibûn heta radeyeke ber bi çav bi berhemên xwe yên cuda dengê şoreş û berxwedanê ragihînin. Ji ber ku mûdama pênûsa nivîskaran hingiv û şîrava gelan lê jehra dilê dijmine, ji lewra rewşenbîr û nivîskaran dîl digre an jî wan ji welat di qewitand û berhemên dihatin qedexekirin. Me dît ku dewleta Tirk stiranên ku coşê dida gel qedexe dike mîna stirana ‘nêçîra roviyan‘ ya bi deng û awazê hunermand Sefqan.”

‘Rewşenbîr dikare deverên tarî ronî bike‘

Cindiyê Xizan got ku nivîskar, dikare di hundurê tariyê de, raman bike, û bi wan ramanên xwe, her derên tarî, ruhnî bike, û divê berî her tiştî, çandewer û hişmend be û wiha got, “

pêwistiya nivîskaran di şoreşan de pir heye, û bi taybet di şoreşa Rojava de, gel bi şoreş, û şervanan girêdide û bi rêxistin bike, û hêz û coşê dide  şervanan, û hem jî xwe ji vê tekoşînê bê pehr nehêle.

Nivîskarê Kurd Cindiyê Xizan di dawiya axaftina xwe de hêv kir ku, ku nivîskarên Kurd ji asta nivîskariyê, bighên asta ramanweriyê û wiha bi lêv kir, “Hunemend, rewşenbîr û nivîksar bijîşkên gel e, divê zanibin çawa birînê paqij bikin, ji bo zanibin çawa, derman bikin, û zanibe çawa civakê bi serhev din û tiştên bê fêde ji nav civakê hilînin, û tiştên qenc, û bi encam, têxe

şûnê de û pê civakê li pêşxînin û zanibin çawa gel bi şoreş, û xaka wî ve girêde.”