حركة المجتمع الديمقراطي

‘Sîstema aboriya civakî rê li pêşiya aloziya aborî ya Efrînê girt’

57

EFRÎN – Aborînas Çeleg Umer got ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe bi awayekî sîstematîk li dijî herêma Efrînê dimeşîne û bandoreke neyînî li aboriya herêmê kir û armanca wê têkşikandina sîstema aboriya civakî û komînal li herêmê ye. Umer got ku sîstema aboriya civakî ku di salên borî de li herêmê hatiye avakirin hişt ku rê li pêşiya aloziya aborî ya herêmê were girtin.

Girêdayî bandorên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê di aliyê wê yê aborî de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevpeyvînek bi aborînas Çeleng Umer re pêk anî.

Hevpeyvîna bi Çeleng Umer re wiha ye:

  • Hun rewşa aborî ya herêma Efrînê ji dema ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve çawa dinirxînin?

Herêma Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ji aliyê komên çete yên ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk werdigirtin hatibû dorpêçkirin. Welatiyên herêmê ji bo dorpêç û ambargoya li ser herêmê vala derbixînin sîstema xwe ya aboriya civakî pêş xistin û aboriya xwe bi xwe birêve birin. Welatiyan aboriya xwe ya komînal bi riya koperatîfan û pêşxistina aboriya gundewarî di gelek aliyan de pêş xistin. Di encamê de welatiyên herêmê karibûn sîstema xwetêrkirinê pêk bînin û karibûn di aliyê aborî de bigihêjin asteke bilind û gelek serkeftinên aborî bi dest xwe ve anîn.

  • Gelo armanca Tirkiyeyê ji armancgirtina aboriya herêmê bi awayekî sîstematîk çi ye?

Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hewl da dagirkeriya Sûriyeyê bike û hemû pilanên wê têk çû û di van demên dawî de rêbazên cûda ji bo têkbirina destkeftiyên pêkhateyên Sûriyeyê dide meşandin û bi awayekî rasterast û eşkere aboriya herêma Efrînê armanc digire da ku jêderên jiyanê ku di salên borî de hatine avakirin ziwa bike.

Ango dewleta Tirk jiyana aborî ya welatiyên herêma Efrînê armanc digire ku di van 7 salên borî yên aloziya Sûriyeyê de serkeftina xwe îspat kiriye.

  • Eger hovîtiya artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Efrînê berdewam bike, gelo têkçûna hilberîna çandiniyê ya îsal di kîjan astê de ye?

Weke tê naskirin, herêma Efrînê herêmeke çandiniyê ye û di rêjeya yekemîn de aboriya xwe dispêre çandiniyê, nemaze ji ber ku ciyografiya wê ji çandiniyên cûda re guncaw e. Her wiha jêdera sereke ya debara piraniya welatiyên herêmê ye. Ji ber vê yekê artêşa Tirk a dagirker aliyê çandiniya herêmê armanc digire, heta beriya destpêkirina êrîşên xwe jî ava çemê Efrînê li ser herêmê qut kir û bi hezaran darên zeytûnan ên nêzî deverên sînor hilkirin û bi sedan hiktar darên çiyayên Efrînê yên nêzî sînor şewitandin.

Li gorî raporan weke nirxandineke destpêkê heta niha ji sedî 60 ji aboriya herêmê neyînî bi bandor bûye, nemaze cotkarên herêmê nikarin xizmeta zeviyên xwe bikin. Weke mînak: di vê demê de pêwîstî bi ziblê çandiniyê gelekî zêde ye û cotkar jî ji ber topbarana artêşa Tirk nikarin derbasî nava zeviyên xwe bibin. Jiyana bi hezaran welatiyan girêdayî hilberîna çandiniyê ye û niha di xeteriyeke mezin de ne.

Di encamê de bi hezaran hiktarên çandiniyê niha li ser derveyî hilberîndayînê ne. Bi dehhezaran darên zeytûnan hatin hilkirin. Demsala hilberînê li hemberî têkçûnê rû bi rû ye û eger ev rewş berdewam bike jiyana bi sedhezaran malbatan di xeteriyê de ye.

  • Gelo bandoreke neyînî bi aliyê pîşeyî jî bûye?

Di van salên borî de li herêma Efrînê gelek kargeh hatin ava kirin û aliyê pîşeyî gelekî pêşve çû, lê di encama êrîşên Tirkiyeyê de evan kargeh hatin rawestandin û bi hezaran karker bê kar man. Her wiha di encama topbaran û bombebarana artêşa Tirk de gelek avahiyên kargeh û febrîkeyan hatin hilweşandin û bi milyonan dolar ziyan bi van kargehan bûn û gelek alav hatin têkbirin. Li aliyekî din leşkerên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wan gelek alav diziyan.

  • Aliyên aborî yên din ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê ziyan dîtine çi ne?

Berhema sewalan di encama êrîşan de ziyaneke mezin dît. Leşkerên Tirk û çeteyên wê pez û mirîşkên welatiyan didizin û gelek sewalên welatiyan bûn armanca topbarana dagirkeran. Welatiyên herêmê ji ber topbaranê nikarin pezên xwe biçêrînin.

  • Gelo artêşa Tirk bi armancgirtina bendava Meydankê dixwaze çi peyamê bişîne?

Bendava Meydanê ava avdanê ji zeviyên devereke berfireh a herêma Efrînê re peyda dike, her wiha ava vexwarinê ji bajarê Efrînê û gelek gundên din re ango ava vexwarinê ji nêzî 500 hezar welatiyan re peyda dike. Qutbûna ava vexwarinê xeteriyeke mezin li ser van welatiyan çêdike. Her wiha di encama bombebarankirina balefirên Tirkiyeyê de dibe ku bendav hilweşe û di encama lehiya gola ava Meydankê de dibe ku gelek gundên li ber çemê Efrînê bêne tunekirin.

Artêşa Tirk her wiha navenda parzûnkirin û belavkirina ava vexwarê topbaran kir, ev yek jî metirsiya derketina nexweşiyan derdixîne holê.

  • Piştî ku berxwedana serdemê derbasî meha xwe ya duyemîn bû, welatiyên herêmê jiyana xwe çawa birêve dibin?

Sîstema aborî ku di van salên borî de li herêmê hatiye avakirin û pêşxistin rêbaza xwetêrkirinê li herêmê pêk hat. Tevî hemû hovîtiya artêşa Tirk û armancgirtina wê ji binesaziya herêmê re, saziyên Rêveberiya Xweser bi hevkariya wleatiyan karibûn bandorên neyînî yên ji ber van êrîşan li ser welatiyan kêm bikin.

Tevî hemû dijwariya êrîşên li dijî Efrînê em dibînin ku welatiyên herêmê û Rêveberiya Xweser heta niha karibûn aloziya sînordar bikin, nemaze li rex serkeftinên leşkerî ku şervanên herêmê êrîşên dagirkeran şikandin û ziyanên mezin bi êrîşkaran kirin.

Sîstema ku di salên borî de hatiye avakirin hişt ku welatî û rêveberiya herêmê karibin aboriya xwe di rewşa şer û êrîşan de birêve bibin.

  • Gelo êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê çi bandor li bazara herêmê kir?

Di encama hovîtiya artêşa Tirk a dagirker de gelek welatiyên gundên nêzî sînor berê xwe dan navneda kantonê û li bajarê Efrînê bi cih bûn û hejmara welatiyan di bajêr de gelekî zêde bû. Tevî vê yekê buhabûnek di bazaran de çênebû û berûvajî wê hin madeyên sereke yên weke nan û mazotê li gorî dema borî erzan bûn û vê yekê hişt ku barê li ser milê welatiyan heta astekê sivik bibe.

Tevî ku heta niha ti alîkarî ji aliyê rêxistinên navnetewî ve bi welatiyên herêmê re nehatiye kirin, dîsa jî aloziya jiyanî li herêmê derneketiye.