حركة المجتمع الديمقراطي

Li Kobanê konê sersaxiyê yê Mam Celal hat vedan

104

KOBANÊ – Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê konê sersaxiyê yê Celal Talebanî veda, partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî pêşwazî kirin. KOBANE-KONE-SERSAXIYE-YE-MAM-CELAL1 ‫(1)‬ ‫‬

Konê sersaxiyê yê Mam Celal li pêşiya navenda Rêveberiya Xweser hat vedan, bi wêneyên wî û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat xemilandin.

Welatiyên Kantonê, nûnerên partiyên siyasî, Endamên Saziyên Sivîl, Leşkerî û Xizmetê serdana kon kirin û ji aliyê nûnerên partiyên Kurdî û Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin.

Serdana sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber Enwer Mislim, Endama Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Dîlber Yûsif, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Kamîran Kinco axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata Rêberê Kurd Celal Talebanî û tevahî gelê Kurd re hat xwestin û hat zanîn ku Mam Celal xwedî dîrokeke kevnar a têkoşînê bû.

Her wiha hat diyarkirin ku Mam Celal piştgiriya berxwedana Kobanê, şoreşa Rojava kir û projeya Federal kir û hat destnîşankirin ku Mam Celal di qadên navneteweyî de parastina mafên gelê Kurd dikir.

Di dawiyê de soza şopandina riya wî hat dayîn.

Li Kantonê 3 rojan şîn hat ragihandin û dê konê sersaxiyê du rojan dom bike.