حركة المجتمع الديمقراطي

Koçberên li Tebqayê kesên jibîrkirî ne

52

TEBQA – Ji her deverên Sûriyê yên wekî Meskene, El-Dibsî, Tedmur (Palmêra), Dêrewzor û herêmên din ku bûne cihê zulim û zordariye, koçber bûn û xwe spartin Tebqaya azad û bi ewle ya di bin parastina QSD`ê de. Lê çîrokên wan ên dijwar û bi êş li her derê belav bûne û êdî li wan deran hatine jibîrkirin.TEBQA-REWSA-KOCBERA ‫(230031881)‬ ‫‬

Ji jiyana azad hez kirin

Bi deh hezaran mînakan ên wekî Um Ehmed, Um Îbrahîm û Silava bê cih û war in û tu rêxistinên ku parastina wan bikin jî tune ne. Tu sûcên wan tune bûn, lê belê tenê ji jiyana azad û ewle hez kirin û di oxira vê yekê de koçber bûn û xwe avêtin Tebqaya azad.

Her zarokekî koçber barek ji êş û zehmetiyan rakiriye

Dema ku mirov serdana Tebqayê bike û li wan deran bigere, dê bi çavên xwe kesên ku li vir û wir belav bûne û bê cih û war in û kesên ku nexweş in û bê çare û derman, bibîne. Her wiha zarokên xas ên wekî  Mihemed, Îsa û Fûad ên li kolan û derdora wan dibistanên tijî kesên ku ji komkujiyên derheqê mirovahiyê de tê kirin reviyane jî, bibîne, lê her ji wan zarokan barek ji êş û zehmetiyan ji temenê wan mezintir rakirine.TEBQA-REWSA-KOCBERA ‫(230031879)‬ ‫‬

Malbatên wan zarokan neçar bûne berê xwe bidin dibistan û xaniyên rûxyayî û di bin banên bi ser êşa wan ve daketine de bi cih bibin. Bêdengiya şevê û hin caran jî dengê segan aramiyekê dide şeva wan a dirêj.

Di hundirê wan dibistanan de, çavên ku ronahiya xwe ji dest dane û  zarokên sêwî û birçî ku di nava  çopê de digrin, hene.

Di ambara (dapo)ku dîwarên wê hatine rûxandin û bi tu carî bi kêrî niştecîbûnê nayê de, 3`yê malbat bê av bi cih dibin û di bin banê esman û tava germahiyê de rojê derbas dikin û bi ronahiya stêrkan jî şeva xwe diqedînin.

Di bîr û mêjiyên wan de hîna dîmenên bi êş hene

Hîn malbat jî hene hê tirs di bîr û mêjiyê wan de cih girtiye. Hîna li ber çavên wan balafirên ku agir bi erdê dixe, topbarana wekî baranê û li wan deran jî cenazeyên di encama mayînan de hatine belavkirin,  wekî dîmenekî diçe û tê.TEBQA-REWSA-KOCBERA ‫(1)‬ ‫‬

Jinişkevê yek di guhê te de dibêje:”Wêneyên min negire û navê min jî di nûçeyê de nebêje. Dibe ku rojekê vegerim warê xwe yê li Meskenê û naxwazim êş û azarê careke din bibînim”.

Van kesan bi dilê xwe malên xwe terik nekirine. Lê belê dijwarbûna şer ew neçarî koçberiyê kirin. Malbat dibêjin:”Ji bo jiyanê û parastina rûmetê , divê em li keleka rizgarbûna ji mirinê siwar bibin û ber bi beravên pêdiviyan de herin”.